*Endamê Konseya Navendî ya TTBê Mehmet Şerîf Demîr ku tev li komxebatê bû diyar kir ku pêvajoya heyî çiqas zû encam bigire dê ji bo tenduristiya gel jî ewqas baş be û got: “Heta ku aştî pêk neyê tenduristî jî baş nabe.”
* Rojnameger Medya bi minasebeta salvegera rojnameya Xwebûnê axivî û diyar kir ku Kurd aktorê sereke yê wê pêvajoyê ne û got: “Em dixwazin hin zêdetir bi zimanê xwe wê pêvajoyê bişopînin.”
* Qeymeqamiya Beyoglu, Kadikoy û Kuçukçekmece û Walitiya Stenbolê di salekê de qedexe li ser qedexeyan îlan kirin. Herî dawî Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê serlêdana NÇMê ya ji bo konsera Koma Amed betal kir.
* Komxebata Platforma Tenduristiyê ya Amedê ya bi navê “Civaka Demokratîk û Tenduristî” dê di roja duyemîn de berdewam bike û bi dawî bibe. (10.00)
* Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî dê bi dirûşma “Bi perspektîfa aştî û civaka demokratîk ber bi azadiya zimanê Kurdî ve” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Kongreya xwe ya asayî ya 1emîn li dar bixe. (11.00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERa Êlihê li Mala Şînê ya Feqiyê Teyran ya li Taxa Bayindirlikê dê serdana şîna endama YJA-STARê Siyajîn Heskîf bê kirin. (12.00)
* Platforma Ekolojiyê ya Şirnex dê li navçeya Silopya ya Şirnexê biçe kontara Çiyayê Cûdî û berûyan biçîne. (13.00)
* Rojnameya Xwebûnê bi minasebeta salvegera xwe ya 6emîn dê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 1emîn a Amedê ya li Semta Ofîsê panelekê li dar bixe.(14.00)









