* Rêveberên DBPê û DEM Partiyê yên li Wanê têkildarî êrişên qirkirinê li ser Rojavayê Kurdistanê axivîn û diyar kirin ku yekîtiya gelê Kurd dê van êrişan têk bibe.
* Serokê Komeleya Timoqiyan a Êlihê parêzer Ferhat Bayindir bi lêv kir ku heta êrişên li Rojavayê Kurdistanê bi dawî nebin dê aramî nayê Bakurê Kurdistanê jî û got: “Heta ku şerê li Rojava hebe aramî nayê vir jî.”
* Baroya Wanê, DADSAZ , şaxên ÎHD, OHD û TÎHVê yên Wanê dê li dijî êrişên li ser Rojava li ber Edliyeya Wanê daxuyaniyê bidin. (12:00)
* Şaxa OHDê ya Stenbolê li pêşiya Edliya Stenbolê li dijî êrişên li ser Rojava dê daxuyanî bide. (12:30)
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê li dijî êrişên çeteyan ên li ser Rojava dê li navçeya Pirsûsê meşek li dar bixe. (13:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, li dijî êrişên li ser Rojava ji Van Mallê heta Parka Kentê meşekê li dar bixe. (13:00)
* Înîsiyatîfa Pewîstiya Jinan bi Aşitiyê Heye, wê ji ber firoşgeha Konak YKMê bimeşe ber bi Keştîgeha Konakê û daxuyaniyekê bide. (18.30)
* Rêxistina DEM Partiyê yên Bagcilar û Kagithaneyê li dijî êrişên li ser Rojava şermezar bike dê daxuyanî bide. (20:00)
* Heyeta ji Bakurê Kurdistanê çûye Rojavayê Kurdistanê dê serdanên xwe berdewam bike.









