* Tê payîn ku Komîsyon serê hefteya bê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Li gorî agahiyên ku ji çavakaniyan hatine wergirtin; di civînê de Abdullah Ocalan dê li ser gelek mijaran û qanûnan raweste û pêşniyaran ji bo Komîsyonê bike.
* Welatiyên Amedê derheqê çûyîna Komîsyonê ya Girava Îmraliyê de axivîn û gotin: “Ji bo aştiyek mayînde pewîst e Komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Mifteya çareseriyê di destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye.”
* CHPê ji avakirina Meclisa Tirkiyeyê ya 1924an heta niha li dijî Kurdan dijberî kiriye. Ziman, çand, nasnameya Kurdan qedexe kiriye û Kurd înkar kirine. Niha jî bi neçûna Îmraliyê, dijberiya xwe ya çareseriyê aşkere kir.
* Jinên siyasetmedar ên Wanê li ser 25ê Mijdarê axivîn û bal kişandin ser têkoşînan jinan û gotin: “Azadiya me jinan divê ne girêdayî mêran, pergalan an jî dewletan be, lazim e em jin xwe bi xwe azad bikin.”
* Endama Alîgirên Dîrenîşê ya alîgirên Amedsporê Leyla Firat têkildarî 25ê Mijdarê axivî û got: “Hêza jinan veşartiye, divê ev hêz derkeve holê.”
* ÎHDa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 876emîn de dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolûyê li dar bixe. (12.00)
* Bi pêşengtiya MEBYA-DERa Amedê dê bi awayekî girseyî li navçeya Karazê serdana şîna endamên HPGê û YJA Starê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bê kirin. (12.00)
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weşanên Sor dê ji bo helbestvanê Kurd Arjen Arî du rojan bernameya bîranînê li dar bixe û bername îro dest pê dike. (13.00)
* Saziyên jinan ên Wanê di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” de li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi tevlibûna aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata û Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu dê panelekê li dar bixin. (15.00)








