* Zimanzan Samî Tan bal kişand ser daxwazên kurdan ên ji bo ziman û got: “Ji sedî 99ê Kurdan dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li hemû dibistan û zanîngehan bi kurdî jî perwerdehî bê dayîn.”
* Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan balkişand ser gotinên Devlet Bahçelî ya “Çûk bi yek bask nikarê bifirê” û got: “Ji bo çûk bi dû baskan karibe bifire divê birêz Ocalan azad bibe. Ji ber wê jî divê soza xwe pêk bîne.”
*Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, xwest ku Konseya Ewropa li gorî rol û rista xwe tev bigere û got: “Ji bo mafê hêviyê em ê xebat û têkoşîna xwe ji her demê xurttir bikin.”
* Komeleya Berî Her Tiştî Zarok dê di 26-27-28ê Îlonê de li Amedê Mihrîcana Zarokan a Navçandî li dar bixe. Xebatkara komeleyê Şirîn Saglamê ev bang li gelê Amedê kir: “Ji bo xwedî li çand, ziman û nasnameya xwe derkevin em dixwazin beşdarî mihrîcanê bibin.”
Kirmanckî
Pîr Hesen Hayrî Dede, Derwîş Cemalan ra, dewa jarê de nîseno ro. Îtîqatê elewî û kirmancîye ser o, tayê nûştîşê xo, efsanêyê Mûnzûrî, Cemê Dêrsimî est ê. Vatenê xo de vano ke: “Rayê ma rayê heq o.” Heyrî Dede, ajansê ma rê îtîqatê elewî û kirmancîye ser o qisey kerd.