* Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku di qonaxa nû ya Sûriyê de ji bo destkêftî û mafê Kurdan bên mîsogerkirin pêvistî bi yekitiya Kurdan heye û got: “Firseteke dîrokî hatiye destê me. Ku em vê yekê pêk nînin û nebin xwedî statû sûc e.”
* Hevberdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol bal kişand ser mafê hêviyê û got: “Ji bo pirsirêka Kurd bi rêya demokratîk û aştiyane çareser bibe, divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û ji bo hevdîtinê wan serî li Wezaretê daye, lê heta niha tu berîv nehatiye dayîn.
* MKG û DFG bi boneya kuştina 2 rojnamegeran şermezar bikin dê li ser sînorê Pirsûs Kobanê daxuyaniyê bidin çapmeniyê. (13.00)