*Li Nisêbînê îro tenê Suryaniyekî bi navê Danîel Çepe dijî. Danîel Çepê xebatkarê Dêra Mor Yakup e û têkildarî dîroka derê diyar kir ku di cihanê de zanîngeha yekemîn li vir hatiye avakirin. Danîel Çape dixwaze her kes li vê dîrokê xwedî derkeve.
*Endama înîsiyatifa Parêzerên Sûriyeyê Parêzer Rofend Xelef, der barê kampanya ku di 20ê Tebaxê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin nirxandin kir û got “Em ê nameyan ji nûnerên cîhanê û Serokê Tirkiyeyê re bişînin da ku tecrîdê rake.”
*Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin dê çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam bikin.(12.00)
*Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakyia xwe ya li Parka Koşuyolu berdewam bikin (12.00)
MKG û DFG dê Rojnameger Gulistan Tara ku di 23ê Tebaxa 2024an de di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li ser gora wê ya Êlihê bibîr bînin. (17.00)