* Keşeyê Dêra Protestan a Mêrdînê Ender Peker êrişên li ser Rojava şermezar kir û wiha bang li welatên mesihî kir: “Pêşeroja wan girêdayî Kurdan e, heke Kurd têk biçin ew jî têk biçin. Lazim e xwe kerr nekin û piştevaniya gelê Kurd bikin.”
* Endamê Şaxa OHDê ya Stenbolê parêzer Îhsan Artuç diyar kir ku mafê her kesî heye qedera xwe tayîn bike û got: “Kurd jî li Rojava xwedî vî mafî ne û divê vî mafê xwe biparêzin. Gelê Kurd dest ji van destketiyên xwe bernade.”
* Welatiyên Amedê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Rojava dan û gotin: “Em êrişên li ser Rojava tên kirin qebûl nakin, em piştgiriyê didin berxwedana Rojava.”
* Rêveberên saziyên li Amedê êrişên têkbirina destkeftiyên Rojava nirxandin û gotin: “Roj roja xwedîderketina berxwedana jinên Rojava ye û xwedîderketina berxwedana gelê Rojava ye.”
* Komîteya Amadekar a Mitînga “Hêvî û Azadiyê” dê têkildarî mitîngê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11:00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê dê li dijî êrişên li ser Rojava li ber Nexweşxaneya Zarokan a Amedê nobeta “Mafê Jiyanê” bidomîne. (12:00)
* Bi tevlibûna Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê li dijî êrişên li ser Rojava li Qada Azadiyê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê meşek bê lidarxistin. (13:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê dê têkildarî êrişên li ser Rojava li eywaneke dawetê ya Wanê li gel nûnerên saziyên sivîl û rûspiyan bicive. (13.30)
* DFG û MKG dê têkildatî sansura li ser çapemeniyê û rojnamegerên li Nisêbînê di çalakiya ji bo Rojava de hatin binçavkirin li Baxçeyê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat civîna çapemeniyê li dar bixe. (14:00)
* Komeleya Hevkarî û Piştgiriyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) ya Stenbolê dê têkidlarî êrişên li ser Rojava li avahiya xwe ya li Şîrînevlerê daxuyanî bide. (14:30)
* Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî êrişên li Rojavayê Kurdistanê dê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî bê dayîn. (17.00)
* Li dijî Rojavayê Kurdistanê êrişên qirkirinê pêk tên, dê geşedanên derbarê vê yekê de bên şopandin.
Kirmanckî
* Cevdet Konak zulmo ke nika bi destê çeteyanê HTŞ û dewleta tirke serê Rojawanî de yeno ramitene xerîb nêvêneno, nas vîneno û vano: Nê zulmî şarê Dêrsimî rind zano. Raştîya Rojawanî raştîya ma ya û ma her het ra lewê şarê ma yê Rojawanîme.”









