* Ji Şirnex û navçeyên wê her roj bi sedan nexweş ji ber tunebûna bijîşkan û kêmaniyên nexweşxaneyan berê xwe didin nexweşxaneyên Amedê. Welatiyan gilî û gazinên xwe anîn ziman û xwestin ev pirsgirêka kêmaniya xizmeta tenduristiyê tavilê were çareserkirin.
* Gundê Şiyê yê navçeya Qilebanê gundekî Suryaniyan e. Piştî komkujiya Sayfo pir kêm Suryanî li gund mane û ji ber koçberiya Suryaniyan xaniyên gund jî hilweşiya ne.
*Li gundê Cilbeniyê yê girêdayî navçeya Pîranê ya Amedê di 16yê Hezîranê de şewat derketibû. Li gorî gotinên şêniyên herêmê şewat ji dîrekên ceyranê derketiye. Piştî şewatê DEDAŞê dîrekên ceyranê temîr kirin.
* Jinên ku tev li konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a li Amedê hate lidarxistin bûn diyar kirin ku heke demokrasî neyê welat aştiyeke birûmet pêk nayê û destnîşan kirin ku ji bo pêvajo bi azadiya jinan tacîdar bibe divê jin xwe bi rêxistin bikin.
* ÎHD dê encamnameya Konferansa Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet ku li Amedê li dar xist dê li avahiya şaxa Amedê eşkere bike. (11.00)