* Şaredariya Peyasê bi armanca pêşvebirin û xurtkirina xebatên pirzimanî û pirçandî “Meclîsa Ziman” ava kir. Mamosteyên Meclîsa Ziman diyar kirin ku ew ê di nav Meclîsê de hin komîsyonan ava bikin û xebatên ji bo Kurdî li her taxan bicih bikin.
* Endamê Komîsyona Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê ya Baroya Wanê parêzer Cevat Yilmaz destnîşan kir ku hesasiyet û zexta civakê lêpirsîn anî vê merhaleyê û got: “Divê em weke parêzer, jin, ciwan, civak hesasiyeta xwe û daxwaza xwe ya zelalkirina bûyerê bidomînin.”
* Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê ji navendê biçe navçeya Pasûrê û li dijî talankirina darên Herêma Dorşînê li ber Pira Pasûrê daxuyanî bide. (11.00)
* Bi pêşengtiya MEBYA-DERa Amedê dê bi awayekî girseyî li navçeya Karazê serdana şîna endamên HPGê û YJA Starê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bê kirin. (12.00)
* Koma Biskilêtan a Jinan a dê li dijî tundiya li ser jinê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji Parka Koşuyolû heya Qada Şêx Seîd biskilêtan bajo. (12.00)
* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Weşanên Sor dê ji bo helbestvanê Kurd Arjen Arî bernameya bîranînê li dar bixe. (13.00)
* Komeleya Lêkolînên Çanda Mezopotamyayê dê li Parqa Rindexanê ya Farqînê li dijî tundiya li ser ziman kargehekê li dar bixe. (13.00)









