* Welatiyên Amedê têkildarî pêvajoyê diyar kirin ku aştî yek alî nabe û divê dewlet jî gavên hiqûqî û siyasî bavêje û gotin: “Gelê Kurd peywîrê xwe bi cih anî. Niha divê dewlet jî gavan biavêje.”
* Çalakvan û analîstê siyasî Rizgar Roşanî li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê rawestiya û got: “Şerê Îsraîl û îranê bandorê li ser hemû gelên Îranê dike. Şer bi xwe re qeyrana siyasî û civakî pêş dixe. PJAK di vî şerî de dixwaze nûnertiya gelû gelan bike û hemû gelan di bin sîwanekê de kom bike.”
* Şaredariya Elkê ku di destê AKPê de ye, 2 sal in îhaleya Germava Zumrutê ya Elkê girtiye û deriyê wê ji xizmeta gel re girtiye. Şaredarê Elkê yê AKPî Habîp Aşan û hevkarê wî Azîz Yalçin bi 15 milyon TL îhale girtibûn. 2 sal in gel nikare biçe germavê.
* Derket holê ku Şehîdgeha li Qada Şehîd Birûsk a li navçeya Pîranê ji aliyê hêzen artêşa Tirk ve hatiye rûxandin.
* Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Laleş Bîçîmlî ku naverok û encama konferansê nirxand, destnîşan kir ku dê di demek nêzîk de kongreya neteweyî ya jinan li dar bixin.
* Platforma Parastina Bajêr û Hevgirtinê ya Amedê ji bo pêvajo bi leztir bi rê ve biçe dê li avahiya Odeya Endezyarên Gidayê daxuyanî bide. (17:00)
* DAKAP li dijî tundiya li ser jinan dê ji pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Qad Şêx Seîd bimeşe. (18:00)
* Di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de dê li navçeya Rezan a Amedê civîna gel bê lidarxistin. (20.00)
Kirmanckî
*Komela Paştî, Kultur û Perwerdeyî ya Şêx Seîdî qezaya Sûr ya Amedî de bi munasebetê serrgêra vîrardişê Şêx Seîdî komxebata bi nameyê ‘Kurdîstan de 100 serrî: Heqîqet Edalet û Aştî’ organîze kerd. Cigêrayox û nuştox Dr. Îsmet Konak zî sey qiseykerdox daxilê nê xebatî bî. Îsmet Konakî ajansê ma rê no xebat ercna.
*Dewa tarixî û namdare Pîrejmane 94î de bi destê esker û qoricîyan ama vengkerdiş. Hîna hîna zî Pîranijî rehet nêeşkenê şirê dewa xo û zaf cayê dewe qedexekerdeyê. Pirejmanijî Husnu Yurtsever û Ahmet Ceylan gazî dewijanê xo kenê û vanê, “Bêrê ma pîya tîya de heyatêko newe awan bikerê”