* Hevseroka Giştî ya PYDê Perwîn Yusuf bi lêv kir ku êrişên dawî ya hikumeta Şamê bi talimata komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê pêkhatiyê û got: “Ya ku Şamê bi rê ve dibe jî ne hikumeta Şameyê. Dewleta Tirk e. Dixwazê wilayeteke xwe yê din ava bike.”
* Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat destnîşan kir ku Tirkiye ji bo mafê hêviyê erênî nêz nabe û wîha got: “Reberê Gelê Kurd divê azad be, hevdîtinê bi civakê re bike û gotina xwe parve bike.”
* TJA têkildarî meşa Enqereyê ku di 1ê Cotmehê de bi şîyara “Em bi hevî ber bi azadiyê ve dimeşin” pêk bînin, dê li Qonaxa Cemîl Paşa ya Sûra Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Ji pêşengên PKKê Riza Altun dê di salvegera koça xwe ya dawî de li mala xwe ya Tuzluçayir a navçeya Mamakê bê bi bîranîn. (17.00)
Kirmanckî
*Kemal Boztaş, domantîya xo ra heta nika sey hunermendêk dar û beran ra erebeyanê tîtikan virazeno û roşeno. Seke vano westatî kalikê ey ra, pîyê ey ra ci rê menda û kes o bîn o ke naye ra dima nê karî bido ramitene çin o.













