* Seroka Komeleya Jin a Rosa Suzan Îşbîlen destnîşan kir ku tu jin biryara li dijî mafên jinan qebûl nakin û heta biryar paş ve bê vekişandin dê têbikoşîn.
* Hevserokên DBPê yên Amedê Sûltan Yaray û Mehmet Şirîn Gurbuz bi boneya 6emîn Kongreya Xwe Ya Awarte banga tevlibûnê li gelê Amedê kirin û gotin kongreya wan dê bibe wesileya rêxistinkirina aştî û civakeke demokratîk.
* Şaxa ÎHDê ya Amedê dê rapora binpêkirina mafan a 2024an li avahiya komeleya xwe bi raya giştî re parve bikin. (13.30)
* 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dê bi dirûşma “Çiraya me geş dibe” li Qesra Cemîl Paşa ya li navçeya Sûra Amedê bi resepsiyonekê dest pê bike. (19.00)