*Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Elî Talay destnîşan kir ku ciwan dê li her taxê, ji bo rêxistinkirina meclîs û komûnan pêşengtiyê bikin û got “Em ê li dijî zanîngehên modernîteya kapîtalîst, zanîngehên civaka demokratîk saz bikin.”
* Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban ku di Komîsyona Meclîse de axivîbû, anî ziman ku gelek kêmasiyên komîsyonê hene û got: “Divê komîsyon demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.”
* Li navçeya Tetwanê ya Bilîsê li peravê Gola Wanê ji ber ku welatiyan şûşeyên araqê, şûşeyên pet ên avê û kelûpelan derdora avêtine derdorê, mirov ji bêhna genî nikare di derdorê re derbas bibe.
* Girtî Denîz Guzel piştî 32 salan girtî ma û ji girtîgeha Boluyê derket, dê li Amedê bi girseyî bê pêşazîkirin. (13.00)
*Wekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê Civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)