* Bi ser rizgarkirina Kobanê re 11 sal derbas bûn. Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz dema Kobanê ji aliye DAIŞê ve hat dorpêçkirin 6 mehan li ser sînor Kobanê di nobeda berxwedanê de bûye diyar kir ku Kurdan wê demê bi ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kir û divê niha jî bi heman ruhî biparêzin.
* Wateya Kobanê ji bo her kesî cuda ye. Ji bo gelê Kurd warê berxwedanê, ji bo çeteyên wek DIAŞê têkbirina berxwedana azadiyê ye bû û dixwestin wir bikin bajarek cîhadîst. Di meha Çileya 2015an de bi gotina “Saet sisê kêm deh deqîqe” Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞê hate rizgarkirin û piştî 11 salan niha jî di van rojan de vê carê jî çeteyên HTŞê hewl didin Kobanê dagir bikin.
* Parêzerê Çapemeniya Azad Resul Temur têkildarî êriş û zextên li ser rojnamegerên Kurd di demên dawî de zêde dibin axivî û anî ziman ku çapemeniya azad dema zimanê xwe yê rojnamegeriyê dihûnîne, destpêkê heqîqetê esas digire û piştre rojnamegeriyê li ser vê heqîqetê dike.
* Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişên li ser Rojava dê meş bê lidarxistin. (12:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşmeya “Rojava wîjdan, têkoşîn, azadî ye; teslîm nabe” dê li Qada Şêx Seîd daxuyanî bide û dest bi nobedê bike. (13:00-17:00)
* Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê bi sazî û parêzvanên mafên zarokan re têkildarî êrişên li ser Rojava li Parka Aştiyê ya Nisêbînê daxuyanî bide. (13:00)
* DEM Partiya Pirsûsê dê tekildarî salvegera rizgarbûna Kobanê ji çeteyên DAIŞê li avahiya xwe ya civîna gel li dar bixe. (15:00)









