* Dayika Serhat Encu yê di komkujiya Roboskî de hat kuştin Halîme Encu bilêv kir ku tevî 13 sal derbas bûn jî êşa wan weke roja ewil e û edalet xwest. Halîme Encu, anî ziman ku tu sûce zarokê wê tune bû û ew dîmena wê rojê ji bîr nake.
* Li Amedê welatiyan xwest ku aliyên siyasî yên Rojava demildest yekitiyê ava bikin û Kurd bi hev re xwedî li destkeftî û statuya Rojava derkevin.
*Hunermend Diyar Dêrsim, li ser hunerê û berhema xwe ya dawî “Senfoniya Welat” axivî û anî ziman ku ev berhema wî banga Yekîtiya Neteweyî dike û wiha got: “Hunermend wijdanê civakê ne. 36 sal in dixwazim bibim hunermendê vî gelî û rastiya gel bi hunerê bînim ziman.”
* Mele û rêveberê DEM Partiya Amedê Abdullah Arikan li ser kuştina rojnameger û êrîşên li ser Rojava axivî û got: “Ev kesên êrîş dikin xizmeta Nemrûd û Firavûn dike. Divê gelê Kurd bi van kesan neyên xapandin (Nûçeya Kirmanckî)
*Çalakiyên nobeta Sînorê Nisêbîn û Pirsûsê bi pêşengiya TJA, DBP û DEM partiyê berdewam dikin. (12.00)