* Dayika Şemiyê Feryal Çelîk û Dayika Aştiyê Gulsum Dag diyar kirin ku ji ber dorpêça Kobanê zarok jiyana xwe ji dest didin û got: “Em naxwazin tu kes bê kuştin. Aştî tiştekî xweş e.”
* Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê bi diruşma “Bila bilez korîdora alîkarî ya mirovî bê vekirin” dê li ÇandAmedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12:00)
* Komîsyona Navendî ya Jinan a ÎHDê dê bi boneya sûcê şer ên li dijî jinan û êrişên ser Rojava li avahiya ÎHDa Amedê daxuyanî bide û li postexaneyê ji saziyên navneteweyî re nameyan bişîne. (12:30)
* MEBYA-DER û rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sûrê dê têkildarî êrişen li ser Rojava li Qada Şêx Seîd nobedê bigrin. (13:00)
* Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dê li dijî êrişên li ser Rojava ji Qada Newrozê heta Parka Aştiyê meşeke girseyî bê lidarxistin. (13:00)
* Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dê li dijî êrişên ser Rojava meş bê lidarxistin. (13:00)
* Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê li navçeya Dihê ya Sêrtê dê meş bê lidarxistin. (13:00)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Colemêrgê dê ji bo piştgiriya Rojava li navçeya Rûbarokê meşekê li dar bixe. (13:30)
* Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ji bo hevkariya Îsraîlê ya di êrişên li ser Rojava de şermezar bike dê li pêşiya Balyozxaneya Îsraîlê çalakî li dar bixe. (14.00)









