* Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat diyar kir ku di sedsaliya serhildan û darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî de peymanên ku Kurdan kirin çar parçe bêwate bûn e û Kurd ji bo rûmeta xwe li ser pêya ne û aktorên siberojê ne.
* Endama MYKê ya DBPê Ayşe Çelîkbîlek bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji jinan re şandibû û got: “Divê em hemû jin xwe di navenda vê pêvajoyê de bibînin, weke hawariyan bikevin kolanan û ji bo azadiya xwe xebateke xurt bimeşînin.”
* Kuçe û cadeyên Amedê bi erebeyên çekçek bakê dikişînin ser xwe. Ev çekçek jî bûn e yek ji remzên bajêr. Kesên ku erebeyên çekçek dikişînin gotin ku ew karekî giran dikin.
* Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê dê îro dest pê bike û heta 12ê Tîrmehê berdewam bike. (17.00)