* Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayip Temel li ser gotinên Numan Kurtulmuş ku gotibû çûyina Grava Îmraliyê niha di rojeva Meclîsê de tune ye diyar kir ku heke komîsyon li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar neke pêvajo dê raweste û got: “Azadiya birêz Ocalan ji bo çareseriyê şertekî esasî ye.”
* Berdana girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 31 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, di meha Nîsanê de cara duyemîn 6 mehan hatibû taloqkirin. Keça Îvrendî, Dîlan Îvrendî xwest ku bavê wê bi saxî ji girtîgehê derkeve û demildest bê berdan.
* Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê têkildarî rojevê li avahiya partiya xwe ya li Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn ku îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin dê bidome. (11.00-19.00)
* Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHDê yên Amedê dê li Parka Koşûyolûyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)
* Mihrîcana Zarokan a Navçandî ku di pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok de tê lidarxistin dê bidome. (12.00- 18.00)
KIRMANCKî
* Welatij Melek Dogan bensa cuya xo kerd û wina va: “Khokîmê verene ma, zere çeyî dê, tewer de, heqay dê, warê de, mal weyîyê kerde ne, kottê kê bî, çixa ke destê ber amê karê kene. Înû destê xo kerde zere hardê welat, ago xo sîmîtene, tîje ûnîtene rîyê xo.”