* Li Şaredariya Peyasê di dema qeyûm de bi tevahî 32 milkên negûhêzbar, bi awayek neqanûnî dewrî saziyên fermî an rêxistinên nêzî AKPê hatine kirin. Van kiryaran kapasîteya hilberandina xizmetê ya Şaredariya Peyasê qels kiriye.
* Nêzî 5 sal in li Şirnexê daristan bi destê cerdevanan tên birîn. Derket holê ku keyayê gundê Bazêran ji bo birîna daran wekaleteke noterê daye cerdevan Şefîk Babat û Hamît Çekmaz.
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir dê li Qoserê tev li Kongreya MEBYA-DERê ya Mêrdînê bibe. (11.00)
* Civînên gel en di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de hatine destpêkirin li gund, tax û navçeyan berdewam dikin.