Dayika Orhan Tunç û Mehmet Tunç ên di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn kuştin Esmer Tunç diyar kir ku heke Tirkiye bixwazê çareseriyê pêş bixîne divê kujerên jêrzemînên Cizîrê ceza bike û got: “Dilê me şewitî edî bila dilê dayikên din neşewite. Bila dayikên lêşkeran jî aştiyê bixwazin.”
* Hevserokê YEWKURDê û xwediyê Weşanên Aramê Hakki Boltan ku li ser Rojên Pirtûkên Kurdî yên li Amedê dest pê kirin axivî, destnîşan kir ku armanca xebata wan pêşxistina zimanê Kurdî ye.
* Nivîskar Abdurrahman Bakir û weşanger Ronî War ku tev li Rojên Pirtûkên Kurdî bûn xwestin ku her kes di mala xwe de bi zimanê Kurdî biaxive û daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî bike.
* Rojnameger Fehîm Işik li ser zimanê çapemeniya Tirk ku derheqê pêvajoya hatiye destpêkirin de axivî û got: “Çi çapemeniya desthilatdariyê çi jî çapemeniya Kemalîst her tim xwestiye civakê li gor rayedarên dewletê, li gor berjewendiyên dewletê saz bike.”
* 1emîn Konferansa Parlamenterên Kurd ên Jin dê li avahiya Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bê lidarxistin. (10.00)
* Di çerçoveya 11emîn Mîhrîcana Ziman Çand û Hunerê ya Cizîrê de li Parka Botaşê dê Atolyeya Zarokan bê lidarxistin. (17.00)
* Di çerçoveya 11emîn Mîhrîcana Ziman Çand û Hunerê ya Cizîrê de li Qada Agirkujê ya Şeredariya Cizîrê şahî dê bê lidarxistin. (20.00)
* Rojên Pirtûkên Kurdî ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) de li Qada Şêx Seîd tê lidarxistin di roja duyemîn de dê berdewam bike.