* Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak anî ziman ku li Şirnexê bi destê cerdevan, leşker û hevkarên desthilatê xweza tê talankirin û got: “Heke dewlet jî ji dil be divê ewilî dawî li talankirina xwezaya Kurdistanê bîne. Aştî ji vir dest pê dike.”
* Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata destnîşan kir ku bi pêkneanîna peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 2013an de Tirkiyeyê gelek tişt winda kirin û wiha got: “Bi rûniştinê ev pêvajo naçe serî. Divê îro her kes tev li vê pêvajoyê bibe, xebatan bimeşîne.”
Serokê Odeya Bazirganiyê û Pîşesaziyê ya Cizîrê Omer Farûk Yildirim û Serokê Borseya Bazirganiyê ya Wanê Naîf Suer ku li Amedê tev li daxuyaniya 53 saziyên bazirganiyê bûn, xwestin gav bên avêtin û ew ji bo pêkanîna aştiyê piştgiriyê didin pêvajoyê.
Kirmanckî
* Dewa Dêrsimî Xarşîye 1994î de pê destê eskeran ameye talkerdene. Xarşîyeyij Mehmet Delen vano: “Dewe zaf kûna mi vîrî. Dewe hewnê şewe de bîle kûna mêjoyê mî.”
* 1emîn Konferansa Parlamenterên Kurd ên Jin dê li avahiya Çand Amedê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.00)