* Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz têkildarî hevpeymana lêşkerî ya di navbera Îsraîl, Yewnanistan û Rêveberiya Rum a Kibrisê de diyar kir ku bi vê hevpeymanê bandora Tirkiye li ser herême qels dibe û got: “Di siberojê de Tirkiye dê bi HSDê re hevdîtin bike. Heke wisa neke dê li her derê winda bike.”
* Bajarê Îzmîrê di nav krîzeke avê de ye. Bendav vala ne, lê Bendava Guzelhîsarê ya ku tije ye jî ji şîrketan re hatiye veqetandin.
* Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku pêr bi şev jiyana xwe ji dest da dê li eywana Yilmaz Guney a navçeya Çankayayê bê bi bîranîn û piştre jî cenazeyê wî li Goristana Karşiyakayê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Enqereyê bê definkirin. (10:30-14:00)
* Ji bo Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol li Şaxa ÎHDê ya Enqereyê şîna ku dê 3 rojan bidome bê danîn.
* Li bajarên Bakurê Kurdistanê dê geşedanên derbarê barîna berfê de bên şopandin.
Kirmanckî
* Cemîla Çakir û kêna aye Gûlîzare nîka weşîya xo zereyê Dêrsimî de ramnenê. Dayîka Cemîla behsê qirkerdişê 38î û 94î kenê, vêşnayena dewan û surginbîyayene ser wina vanê: “Ma zaf heşîrîye dîye, aştîye ra înam ne beme.”










