* Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a li Amedê hate lidarxistin bû destnîşan kir ku divê “Mafê Hêviyê” demildest bê pêkanîn û diyar kir ku ji bo aştî pêk were divê li Meclisê demildest komîsyonek were avakirin.
* Parlamentera YNKê Dr. Ala Nûrî ku tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a li Amedê bû wiha got: “Banga birêz Ocalan dê bandoreke girîng li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Dema ku gelê Kurd li Bakur bigihîje mafên xwe û aştî çêbe, dê bandoreke erênî li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.”
* Gundê Midehê yek jî gundê Suryaniyan e. Welatiyên Suryanî li gund ziman, çand û baweriya xwe diparêzin. Welatiya bi navê Meryem Talayman jî anî ziman ku ew aştiyek mayinde dixwazin û hemû netew bi ziman, çand û baweriya xwe bijîn.
* Saziyên Kurdî û rêxistinên siyasî û sivîl ên demokratîk dê ji bo statu û perwerdehiya Kurdî li navçeya Bêgirê ya Wanê ber bi gora Ehmedê Xanî ya li Bazîdê meşekê bidin destpêkirin. (15.00)