* Siyasetmedar û nivîskar Hasan Ozguneş diyar kir ku firsendên dîrokî ketine destê Kurdan û got: “Divê herkes bêhincet, her tiştî bide aliyekî û yekîtiyek xurt li Rojava xwedî derkevin.”
* Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivî û got: “Ev peyamên ku Birêz Abdullah Ocalan parve kirin ji bo me gelek girînge. Divê hemû rêxistin, sendîka, ode û partiyên siyasî tev li vê pêvajoyê bibin û xwedî derkevin. Ji ber ku pêdivî bi aştiyê heye.”
* Çalakiyên nobeda sînorê Nisêbîn û Pirsûsê ya li dijî êrîşên li ser Rojava ku di 13ê Kanûnê û 23ê Kanûnê de dabûn destpêkirin bi girseyî berdewam dike. (12.00-16.00)