* Li Rojhilatê Kurdistanê, sala 2025an jî ji bo kolberên Kurd wekî salên borî veguherî saleke bi êş, xem û kuştinan. Tevî hemû bangên navdewletî, hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi siyaseta gulebarana rasterast bi dehan ciwanên Kurd qetil kir.
* Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî têkildarî pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin û got: “Herdu aliyan jî gelek bedel û xesarên mezin dîtine û êşên mezin kişandin e. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan gavên şênber û wêrek avêtiye. Divê ev firsend ji destê me neçe.”
* Endama Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Olcay Çomleklî Yurdakul derbarê Pêşbirka Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîş de diyar kir ku armanca wan ew e ku balê bikişînin ser kuştina jinan û got: “Hevî û înada me ew e ku ji bo cîhanek û welatekî ku êdî jin lê neyên qetilkirin.”
* Rêveber û mamosteyên Navenda Çanda Baharê ya Êlihê diyar kirin ku ew bi salan e li saziya xwe dersên hunerî didin şagirtan û wan li vir gelek şagirt mezûn kirin e û gotin: “Gelek zarokên ku bi zimanê Kurdî nizanin tên li vir fêrî zimanê xwe jî dibin.”
* Saziyên zimanê Kurdî li Amed, Şirnex û Wanê û li gelek bajarên din dê têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku di 4ê Çile de li Amedê were lidarxistin, daxuyanî bidin. (13.00)
* Tuhad-Der Botan dê bi boneya pîrozkirina sersalê ji bo girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dimînin re nameyan bişîne. (14.00)










