* Endama DER-MEZê Jiyan Ay bi lêv kir ku zimanê dayikê hêmaya herî bingehîn a avakirina xwebûnê ye û got: “Heke zarokek ne bi zimanê dayikê lê bi zimanekî serdest mezin bibe nikare xwebûna xwe ava bike.”
* Sekreterê SESê ya Şaxa Amedê Ûmît Çetîner têkildarî Peymana Kar a Komî diyar kir ku eger ku daxwazên wan pêk neyên ew ê dest bi çalakiyan bikin û got: “Em ê li Enqerê konê danûstandinên peymanê vekin û dest bi greva giştî bikin.”
* Di ser fermana 74an a Êzidiyan re 11 sal borîn. Lê hîn aqûbeta hezaran welatiyên êzidî ku hatibûn revandin ne diyar e.
* Bi êrîşên DAIŞê re 35 hezar malbatên Şengalî koçî herêma PDKê kirin. Piştî Şengal ji destê DAIŞê rizgar bû, di 6 salên dawî de 25 hezar malbat ji kampên PDKê vegeriyan Şengalê.