* Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat destnîşan kir ku ew hevdîtin û peyama Abdullah Ocalan bi wate û hêja dibînin û got: “Divê hemû siyasetmedarên vî welatî, desthilatdarî û muxalefet û gelên Tirkiyeyê guh bidin bang û peyamên birêz Ocalan.”
* Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan tekildarî peyamên dawî yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bal kişand ser aloziyên heyî û got: “Neçareserkirina pirsgirêka Kurd edî hatiyê asteke ku neyê qebûlkirin. Rewşa Rojhilata Navîn diyar e. Birêz Abdullah Ocalan jî di pêyama xwe de dibêjî bi lêzgînî fehmkirina vê rewşê û gav avetin hewceyê.”
* Çalakiya nobeta sînorên Nisêbîn û Pirsûsê yên ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine destpêkirin bi girseyî berdewam dikin. (12.00-16.00)