* Hunermendên Kurd Xelîl Xemgîn û Amele bal kişandin ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û diyar kirin ku heke ne ji Abdullah Ocalan bûya dê kesî nekariba vî barî hilbigirta û gotin: “Êdî dem dema avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e.”
* Rojnameger Erdogan Altan anî ziman ku HTŞê bi fermana Tirkiyeyê êrişî Durziyan kiriye û got: “Piştî Durziyan tê gotin ku Tirkiye û HTŞ plansaziyê dike ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî aloziyan derbixîne.”
* Endama Komîsyona Zarokan a Baroya Amedê Bermal Yîldenîz têkildarî îşkencaya ku li Xana Axparê li 4 zarokan hat kirin got: “Zirbira ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Dozger xwestibû ku sûcdar were cezakirin lê dadgehê ew serbest berda.”
* Piştî komkujiya li dijî Şengalê, civaka Şengalê xwe bi rêxistinê kir û milê parastinê xurt kir. Civaka Şengalê hêza xwe ya parastinê, meclisa xweser, meclisa jinan, meclisa ciwanan ava kir û di her alî de xwe bi rêxistin dike.