* Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak ê ku tev li civîna komîsyonê bû da zanîn ku wan pêşniyarên qanûnî pêşkêşî komîsyonê kirine û got: “Me ji bo mafê hêviyê berpirsyariya komîsyonê jî bibîrxist. Ji bo birêz Ocalan bikaribe rol û mîsyona xwe pêk bîne divê mafê hêviyê di demeke nêz de pêk were.”
* Li Bajarokê Vartînîsê di 3yê Cotmeha 1993yan de leşkeran bi ser gund de girtibû û ji malbata Ogut dayik, bav û 7 zarokên wan di malê de şewitandibûn. Di doza Vartînîsê de bêyî bersûc bên cezakirin dosye bi hinceta “demboriyê” hat girtin. Malbata Ogut, li dijî vê yekê serî li AYMê da û li benda biryarê ye.
* Meşa TJAyê di roja sêyemîn de berdewam dike. Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal a tev li meşê bûye destnîşan kir ku ji bo ku ev pêvajo bi awayekî bi rêk û pêk bi rê ve biçe pêdiviya herî mezin azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
* Mamoste û nivîskarên Kurd cezayên li Amedsporê hatiye birîn û helwesta TED Kolejiya Amedê ku yekperestiyê kiribû, şermezar kirin û gotin “Ev polîtîkayên dewletê ne, tehamulî zimanê me jî nakin.”
* Meşa TJAyê ya bi dirûşma “Em bihêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” dest pê kir dê di roja sêyemîn de li gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê, li navçeya Bêrecûkê û Dîlokê bidome. (10.00-20.00)
* Partiyên siyasî û saziyên demokratîk, dê bi boneya Qetlîama Vartînîsê li cihê qetlîamê bernameya bîranînê li dar bixin. (14.00)