* Rejîma Îranê di 12 mehên 2024an de 975 kes û di 8 mehên 2025an de jî 841 welatî bi darve kirin. Tenê di meha Tîrmehê de 110 û di meha Tebaxê de 197 kes bi darve kirin. Rojnameger Behram Rahmanî anî ziman ku rejîma Îranê girtiyan bi dizî darve dike û herî zêde Kurd û Beluciyan bi darve dike.
* Malbata ku kevirê gorên zarokên wan ên HPGyî hatin şikandin, dê serî li ÎHDê û Baroyê bidin. Malbatan destnîşan kirin ku hem gor şikandin û hem jî gotin “Em ê terorîstan jî vî gundî derxin. Em ê bi kepçeyan gorên wan rakin we ji gund derxin.”
* Şikeftên Xwê yên li navçeya Qulpê ya Îdirê her roj bi sedan û hezaran mêvanan pêşwazî dike. Ev şikeft hem cihekî xweş û ezamet e hem jî navenda terapiyê ye.
* Li Cizîrê di 10 salên serdema qeyiman de sazî û avahiyên jinan hatin girtin û Şaredariya Cizîrê li dijî vê yekê hewl dide cardin bi vekirina sazî û xebatên jinan li her qada civakî xwe bi rêxistin bikin.