* Hevberdevka Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê Jiyan Ay der barê rizîbûna civakê de diyar kir ku avakirina malbatekê ya dûrketina ji heqîqeta xwe ya xwezayî û civakî, biyanîbûna exlaqî û wijdanî derdixe holê. Li dijî rizîbûnê divê civakeke demokratîk, ekolojîk û azad bê avakirin.”
* Şukriye Biradost der barê geşedanên li Sûriyeyê û rewşa Îranê got: “Hem Esad hem jî Rûsya naxwazin ku Îran li ser Sûriyeyê bibe xwedî gotin. Ji ber vê yekê îxtîmal e ku Rûsya, Esad û Tirkiye bi hev re rûnin. Ya ku di vir de planên van sê dewletan têk bibe piştgiriya Amerîka ya ji bo Kurdan e.”
* Rojnameger Egîd Roj ku geşedanên li Helebê ji nêz ve dişopînê bi lêv kir ku li pişt êrişên komên çekdar Tirkiye heye û got: “Armanc dagirkirina tevahî Suriye û qîrkirina gelan e. Lê li dijî van êrişan berxwedeneke dîrokî heye û gel axa xwe diparêze.”
* Qeyûmê Batmanê hemû xebatên Kurdî yên şaredariyê ji holê rakir. Mehmet Esen ê ku Berdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Şaredariya Batmanê bû destnîşan kir ku qeyûm talan û tunekirina nirxên gel e û got ku bi astengî û rakirina xebatên Kurdî re jî armanca wan ew e ku gelê Kurd ji çand û zimanê wan dûr bixin.
* Dêrsimijî dîyar kenê ke tayînkerdişê qeyûman verba şarî de sûcêk o û vatê ke: “Hemşaredar Cevdat Konak ma weçîna, ma hetanî wezîfeyî ra nêgê, şima nêeşkenê wezîfeyî ra bigê.”
* Bizavkara Îklîmî ya namdare Thunber vat ke Tirkîya wa, qanûnê bîngeyîne de bi awayêka şenber ca bido heqê şarê Kurd û kêmneteweyê bîn.
* Dayikên Aştiyê yên Şirnex û Wanê dê, tekildarî êrişên komên çektar li herêmên Heleb, Şehba û Tilrifat li pêş avahiya DEM Partî yên Silopî û Wanê daxuyanî bide. (11.00-12.00)