* Walîtiya Şirnex û Wezareta Karên Hundir li Cizîrê dest daniye ser 4 hezar donum erdê 13 mezrayan û bi projeyek GESê dixwaze dest deyne ser hezar û 264 donumê din. Bi erêkirina vê projeyê re, erd ji şêniyên 13 mezrayan re namîne.
* Rêveberê GOÇ-DERê Hasan Erzî bal kişand ser politikayên koçberkirinê û got: “Dewlet îro jî polîtîkaya koçberiyê li ser Kurdan dimeşîne. Dewlet bi qanûn û plansaziyên xwe dixwaze cih û warên Kurdan vala bike.”
* Dêra Surp Kevork, ne tenê ji bo Ermeniyan, lê her wiha ji bo Kurdên heremê jî cihekî pîroz e ku bi salan e Ermen û Kurd li vê Dêrê duayan dikin.
* Rojnameger û pîsporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu anî ziman ku li Rojhilata Navîn hêza herî bi rêxistinkirî hêza Kurdan e û got: “Heke li Rojhilata Navîn wê çareseriyeke demokratîk li pêş bikeve jî kes nikare hêza Kurdan tune bihesibîne. Bêyî Kurdan nabe.”
* Meşa TJAyê ya bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” dest pê kir dê di roja çaremîn de ji Dîlokê berdewam bike. (10.00-20.00)
* Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê dê di hefteya 869emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû berdewam bike. (12.00)
* Platforma Şiyar Be ya Şirnexê deklarasyona avakirina xwe dê bi daxuyaniyekê eşkere bike. (13.00)
* MKG, dê bi boneya salvegera 3yemîn a qetilkirina Endama Lijneya Weşanê ya Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarselê li baxçeyê avahiya DEM Partiyê ya Wanê bernameya bîranînê li dar bixe. (13.00-16.00)
* Şaredariya Erxeniyê dê 2yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê li dar bixe. (19.00)