* Hevserokê Giştî yê HDPê Cahit Kirkazak gotinên Serokê MHPê Devlet Bahçelî yên di meha Cotmeha sala par de bi bîr xist û got: “Ev daxuyaniyên Bahçelî li dijî ruhê pêvajoyê ye. Divê Bahçelî soza xwe pêk bîne.”
* Rojnameger Leyla Ayaz têkildarî Roja Çapemeniya Azad diyar kir ku destpêkirina weşana rojnameya Serxwebûnê ji bo gelê Kurd serdemeke nûbû û diyar kir ku Çapemeniya Azad ji bo gelê Kurd bû dibistanek. Rojnameger Medenî Ferho jî anî ziman ku Çapemeniya Azad berhema têkoşîna Tevgera Azadiyê ye.
* Grûba Înîsiyatîfa Bîra Muzeya Girtîgeha Jimara 5an a Amedê dê li ber “Zindana Amedê” ya li navçeya Rezanê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê wê rapora derbarê Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de amade kiriye, bi civînekê parve bike. (15.00)
* MED-DER dê şahiya belgedayîna zarokan ku beşdarî atolyeyên zimanê Kurdî bûne li Parka Ekîn Ceren a li navçeya Peyasê li dar bixe. (17.00)