* Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî kampanyaya îmzeyê ya “Aştiyê dixwazim ji ber ku” diyar kir ku li Amedê bi deh hezaran îmze hatine komkirin û got: “Me vê kampanyayê ji bo xatirê aştiyê da destpêkirin, ji ber ku gelê me êdî li benda aştiyê ye.”
* Serokwekîlên Koma DEM Partiyê, parlamenter û rêveberên navenda giştî ya DEM Partiyê têkildarî salvegera 9emîn a darbeya siyasî ya li dijî HDPê dê li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyanî bidin. (13.30)
* Heyetek DEM Partiyê dê îro li Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş bike û heyetek jî li Girtîgeha Kandirayê jî serdana Fîgen Yuksekdag bike.
* MEBYA-DERa Amedê dê îro li navendê û li navçeya Bismilê serdana şînên endamên HPGê bike.











