* Polîsan 11 sal berê Şehrîban Sertkal di serhildana şerê Kobanê de li Dîlokê bi sê guleyan birîndar kiribû. Birayê wê Ferdî Sertkal got: “11 sal di ser bûyerê re derbas bû, lê tu gav nehat avêtin.”
* Platforma Parastina Zozanê Hesendînê ya li Pasûrê dê li dijî talankirina av, xweza û axê mitîngekê li dar bixe. (12.30)
* Meşa bi pêşengiya TJAyê ya bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” dest pê kir dê di roja 6an de bihîje Enqereyê. Meşvan dê li Sîncanê ji aliyê jinan ve bên pêşwazîkirin. (17.00)
* 2yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê ku ji hêla Şaredariya Erxeniyê ve tê lidarxistin dê bi konsera Xêro Abbas û Xecê bi dawî bibe. (19.00)