* Endamê Komîsyona Budçeyê yê DEM Partiyê Kamuran Tanhan têkildarî budçeya sala nû axivî û ji bo vebûna Deriyê Sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê jî ev agahî da: ” Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat li ser pirsa me diyar kir ku ji bo vebûna deriyê sînor ew bi hikûmeta Sûriyeyê re di nav danûstandinê de ne.”
*Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan ji bo ku pirsgirêka Kurdan çareser bibe, komareke demokratîk avabibe bi fikir û ramanên xwe, bi têgeh û modelên nû di nav hewldaneke bêhempa de ye. Yek ji rêbaza çareseriyê jî ‘entegrasyona demokratîk’ e.
* Şîrketa Oz-Ege Tûtin di heman karî de li Îzmîrê rojane hezar û 200 lîre dide karkeran lê dema kar û karker li bajarên Kurdistanê bin rojane 700 lîre dide karkeran.
* Hemwelatiyên Amedê derheqê zêdekirina kirêya xaniyan de bi gazincin û anîn ziman ku bihabûna kirêyê û pirsgirêkên aborî jiyana wan tengav dike û gotin: “Divê ev pirsgirêka aboriyê û zêdekirina kirêya xaniyan bê çareserkirin.”
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî encamên civîna Rêveberiya Desteya Navendî dê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî bide. (11.30)









