* Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partiyên siyasî jidil, bêyî dudilî tev li xebata yekîtiyê bibin û got: “Em bi kêmanî 70 milyon in. Em heftê milyon bîr û bawerî ne, heftê milyon gerîla ne, em heftê milyon pêşmerge ne, em heftê milyon şervan in. Heke em bi vî ruhî kar bikin em ê bikaribin welatê xwe, miletê xwe û welatê xwe Kurdistanê jî biparêzin.”
* Piştî destpêkirina pêvajoyê yekemîn geşedan û gava şênber a ji aliyê dewletê ve hat avêtin, avabûna Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratiyê û Hevgirtina Neteweyî ye.
* Hasan Kaya 40 sal in li Çarşiya Şewitî ya Amedê karê dirûnê dike. Kaya diyar kir ku mişteriyên wî ji Amedê heta Ewropayê cilûbergên Kurdî ji wî dixwazin û got ku Kurdên li Ewropayê bêtir cilan dixwazin.
* Veysî Dûrmûş ku 27 sal in li gelek bajarên Kurdistanê mêşvaniyê dike, bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya hawirdekirina hingivê Îranê û got ji ber vê yekê êdî ew nikarin karê xwe bikin.
* Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê dê têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li avahiya Şaxa ÎHDê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)