* Midûrê Şaxa Karê Bermahiyan û Paqijiyê ya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Baran dibêje: “Her tişt ne çop e. Divê em her tiştî neavêjin nava çopê. Sermayeya herî mezin paqijî ye. Paqijî çand e divê em vê çandê biparêzin.”
* Li Herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdî gelek gorên endamên PKKê lê hatibûn veşartin, leşkerên Tirk goran rûxandin e û ji goran tene çend heb kevirên şikestî man e.
* Li herêmên qedexekirî yên Çiyayê Gabarê bi salan e li ser navê lêgerîna petrolê xweza tê talankirin. Ev cihên qedexekirî pêşkêşî şîrketan kirine û her derê Çiyayê Gabar kolandin e.
* Rêxistinên DEM Partî, DBPê, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê dê bimeşin ber deriyê şaredariya Silopiya û daxwaz bikin ku Jiyan Ormanli îstîfa bike. (10.30)
* Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Botanê (TUHAD-DER) dê 1emîn kongreya xwe ya asayî li eywana konferansê ya ya DEM Partiya Şirnexê li dar bixe. (13.00)