Navenda Nûçeyan – Rojnameger Amed Dîcle, têkildarî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxandin kir û got: “Ji bo gelê Kurd pêvajoyek nû destpê dike. Hewceye gelê Kurd û têkoşîna azadiya Kurdistanê ji bo demê nû xwe rêxistin bike. Prespektîfên Rêber Abdullah Ocalan girîng in. Hêz û tecruba Kurdistanê ji heye vî tiştî bike. Ev destpêk e.”
Şandeya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk dihat di 27ê sibatê de çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re 4 saetan hevdîtin kirin. Piştre şande darbasî Stenbolê bû û daxuyanî da çapemeniyê. Şandeyê li hemberî nêzî 400 rojnaemgerî û bi dehan saziyên çapemeniyê peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re parve kir. Li gelek navendan bi sed hezaran Kurd û dostên Kurdan li qadan kom bûn û peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan guhdar kirin. Piştre nûnerên dewletan daxuyanî dan û banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan erênî dîtin. Berê jî dîsa di navbeda Dewletê û PKKê de li Osloyê hin hevdîtin pêk hatibûn. Lê encam negirtibû. Têkildarî pêvajoya Osloyê û peyama niha ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Rojnameger Amed Dîcle pirsên Ajansa Welat (AW) bersivandin.
Di sala 2007an de di navbera PKKê û dewleta Tirk de cara yekemîn rasterast pêvajoyeke dîyalog û muzakereyan dest pêkir. Di wê pêvaojoyê de li Rojhişata Navîn konjoktura sîyasî, leşkerî çawa bû, bandoreke wê ya çawa li ser pêvajoyê hebû?
Di sala 1999an de dema ku Birêz Abdullah Ocalan revandin û radestî Tirkiyeyê kirin Birêz Ocalan pêvajoyeke nû da destpêkirin. Xwest ku şerê çekdarî bê sekinandin, pirsgirêk bi rêya siyasetê were çareserkirin. Komplogeran dixwest şerekî bêdawî di navbera kurd û tirkan de derkeve. Birêz Ocalan jî xwest vê planê vala derxe. Gelek caran anî ziman û got ‘Mudaxeleya li dijî Rojhilata Navîn bi komploya navdewletî destpêkir.’ Wê heyamê hêzên hegemonîk dixwastin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Li pêşiya xwe Birêz Ocalan û PKK wek astengî didîtin. Ji bo vê jî ev komploya organîze kirin. Di serî de Amerîka zêdetirî 34 dewletan di nav komployê de cih girtin. Birêz Ocalan jî ev armanca komployê dit û xwest gurkirina şer asteng bike. Ji ber vê xwest pêvajoya aştiyê bide destpêkirin. Wê demê Tirkiye jî di nava qeyraneke aborî û siyasî debû. Hêzên hegemonîk dixwestin Tirkiyeyê ji nû ve dîzayn bikin. Di sala 2002yan de ev dîzayn pêkanîn û AKP wek projeyeke Amerîkayê anîn ser kar. Piştre ji xwe mudaxaleyî Iraqê kirin, xwestin mudaxaleyî Tevgera Azadiyê bikin. Wê demê pêwistiya Amerîka û Ewropayê zêdetir bi AKPê hebû. Ji ber ku dixwastin AKPê wek modelekî li Rojhilata Navîn pêşkêş bikin. AKPê jî xwest vê rewşê li dij kurdan bikar bîne. Ji wan alîkarî gîrt û êrişî Tevgera Azadiyê kir. Xwe neda ber çareseriyê. Di sala 2005an de dema diyar bu ku AKP û Dewleta Tirk di tasfiyeyê de israr dike PKKê pêngava 1 Hezîranê da destpêkirin. Di encama vê pêngavê de dewleta tirk kete rewşeke zehmet.
Hêzên hegemonîk ji aliyekî ve dixwestin şer gur bikin ji aliyekî ve jî dixwestin bi AKPê Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Ji bo ku Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin jî pêwîst e pirsgirêka kurd çareserkirin. Dîtin ku bi vî awayî nabe xwestin bi navbeynkariya hin saziyên navneteweyî di navbera PKKê û Dewleta Tirk de pêvajoyek bê destpêkirin. Bingeha vê avakirin. Di sala 2008an heta 2011an, 11 caran li Oslo, Cenevre û Brukselê hevdîtin pêk hatin. Mutabaqat hatin çêkirin. Lê ji ber ku bi taybet Erdogan hesabên cuda danîbûn pêşiya xwe, niyeta wî ya çareseriyê tunebû. Ev pêvajo nemeşiya. Li Rojhilata Navîn wê demê jî amadehiyên mudaxaleyê hebûn. Dixwestin ku pirsgirêk heta astekî were çareserkirin. Lê niha asta mudaxeleyê ji wê demê pir cudatir e. AKPê dixwest ji konjoktora wê demê sûdwerbigre. Lê AKP û Dewleta Tirk niha dibînin ku konjoktora îro ji bo wan xeteretir e. Ji ber vê yekê niha hinekî neçar in ku di meseleya kurd de siyaset û stratejiya xwe biguherin. Bêguman ev jî encama berxwedana kurdan e. Kurdan ev 20 salin têkoşîneke gelek dijwar dan meşandin, li ber xwe dan. Vê berxwedanê nehîşt ku kurd têkbiçin. Lê îro em dinêrin Dewleta Tirk di aliyê siyasî, aborî, dîplomatîk û leşkerî de bi ser neketiye. Ev jî dibe sedem ku Dewleta Tirk di Rojhilata Navîn de siyaset û stratejiya xwe li hember kurdan biguhere.
Ew pêvajo ji aliyê hin saziyên bi Brîtanya, Norweç û Neteweyên Yekbûyî ve girêdayî ve hat bi rêvebirin. Gelo rol û bandoreke çawa ya van saziyan di pêvajoyê de hebû, îro ev sazî çima di pêvajoyê de cih nagirin?
Van saziyan pêşiyê bi PKKê re hevdîtin kirin. Piştre qasî salekî bi herdu aliyan re hevdîtin kirin, bingeha hevdîtinan amade kirin. Ew civîn organîze kirin. Rêveberên PKK û KCK bi balefiran, bi awayekî ewle dihatin Ewropayê û diçûn. Hemû van saziyan organîze dikirin. Dewleta Tirk nedixwast ev heyet tevî civînan bibe, lê dawiya dawî heyetê civîn didan destpêkirin û derdiket. Pîştî nîqaşên herdu aliyan diqediyan heyet dihat hundir û xalên ku herdu aliyan li ser wan li hevkiribûn ji heyetê re dihat ragihandin. Ev saziyên navbeynkar li gorî ku ez dizanim hê jî têkiliya xwe bi herdu aliyan ve jî qutnekiriye. Ji ber ku difikirin sed sal jî derbas bibin dawiya dawiyê ev pirsgirêk dê bi rêya diyalogê were çareserkirin. Lê niha rasterast ne di nav pêvaoyê de ne, ji ber ku Dewleta Tirk naxweze. Lê bi herdu aliyan re jî diyalog û hevdîtinên wan hene. Li gorî ku dixuyê ew jî dixwazin ev pêvajo bi çareserî encam bibe.
Hişmendiya ku wê demê nehîşt çareserî pêk were çibû û ew hişmendî roja îro çiqas di meriyetê de ye?
Hişmendiya ku nedixwast pirsgirêk çareser bibe, hêj jî berdewam dike. Di demên borî de, di navbera dewletê de fikrên cuda hebûn. Di pêvajoya Osloyê de AKP û koma Fetûllahçiyan, Ergenekon û MHPê bi hev re tifaq kiribûn. Desthilatdariya AKPê dixwast bi destê DAIŞê kurdan têk bibe û îradeya hêzên kurdan bişkinên. Dixwastin doza kurd têk bibin û li ser navê kurd û Kurdistanê tişekî rêxistinî nemine. Lê em niha dibînin ku kurd êdî li Rojhilata navîn hêzeke mezin e. Di rojhilata navîn de bê kurdan kes nikara siyasetê bimeşîne. Ji aliyê hişmendiyê ve di dewletê de tiştek nehatiye guhertin. Lê Dewleta Tirk mecbûre ku vê meseleyê bi kurdan re çareser bike.
Şert û mercên îro yên ku dewleta tirk mecbûrî pêvajoyeke wiha kir çine ?
Sedema sereke ew e ku Dewleta Tirk dît ku têkbirina Kurdan ne mumkun e. Dikare kurdan bikuje, dikare bajarê Kurdan dagir bike, lê nikarin Kurdan têkbibin. Bi milyonan Kurd teslîmî dewletê nebûne. Li Tirkiyeyê em dibînin ku îro siyaseta Kurd piştgirî bidê kijan aliyî ew ser dikeve. Gelê Kurd bûye hêzeke diyarker. Ew zanebûn û rêxistinbûna Kurdan, dikare sed rêxistinên nû avabike. Dewlet jî vê tişte baş dizanê. Dewleta Tirk dizane ku pirsgirêka Kurd bi Rêber Abdullah Ocalan re çareser neke, sibê dê kesên ku dewletê re bixwazin, pirsgirêkê çareser bikin nebîne. Paşê dewlet bixwaze jî êdî nikare pirsgirêkê çareser bike. Rêber Abdullah Ocalan niha di destê dewletê de rêhîneyekî siyasî ye û dixwazê pirsgirêkê çareser bike. 33 salin Rêber Abdullah Ocalan dixwaze aştî çêbibe, ev jî firsendeke ji bo dewletê. Xuya ye ku hin aliyên dewletê dixwazin vê firsendê bikar bînin. Sedema sêyemîn jî ew e ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Peymana herî girîng a ku hebûna Kurdan înkar dikir peymana Sykes-Pîcot bû. Ew Peyman di sala 1919an de hat îmzekirin. Piştî têkçûna Rêjima Baasê peymana Sykes-Pîcot mir. Li Sûriyeyê Kurd bibin xwedî statû û Dewleta Tirk jî vê dibîne. Dixwaze vê statuyê qals bike. Li Başûr Kurd xwedî statu ne. Li Îranê jî çend mehên din em nizanin dê çi bibe. Dibe ku li Îranê li Rojava çend kat zêdetir firsenden baş derkevin pêşiya kurdan. Tirkiye jî vê tahlîl dike û dibîne ku li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd çareser nebe, aboriya wan sererast nabe û li Tirkiyeyê nikarin siyasetê li gor xwe dîzayn bikin. têkiliyên wan yên navneteweyî û herêmî sererast nabin. Tirkiye heta ku pirsgirêka kurd çareser nek dê her tim wek
Dewleta Tirk çiqas ji çareseriyê re amadeye, ji bo ku çareserî pêk bê erk û berpirsyariyên wê çi ne, gere kîjan gavan bavêje?
Dewleta Tirk çiqas ji çareseriyê re amadeye, ya rast dewlet jî nizane çiqas amadeye. Ev firsenda dawiyê ye. Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê birêz Cemîl Bayik berî demekê axivî û got ku di nava dewletê de du alî hene. Yek aştiyê naxwaze, yek jî dixwaze pirsgirêka Kurd li ser zemîna siyasetê bêçaraserkirin. Dixuyê ku di nava wan de nakokî hene. Piraniya dewletê hewcehiya çareserkirina pirsgirêkê dibîne. Hin tişt hene tu di aliyê fikrî de erê nakî lê tu neçar dimînî ku erê bikî. Çima hewceye tu erê bikî? Ji ber ku ji bo hebûna xwe diparêzî hewceye erê bikî. Ji destê dewletê were dê kurdan jî tekoşîna kurdan jî di nava seatekê de bifetisîne. Ev dewleta ku em behsa wê dikin niha jî êrişî kurdan dike.
Muxatabê banga birêz Ocalan dewlet e. Divê piştî ku bang bê kirin birêz Abdullah Ocalan nava şert û mercên azad de vê pêvajoyê bide meşandin. Bi gel re şandeyan re biaxive. Hewceye ku dewlet gavên fermî bavêje. Hebûna Kurdan misoger bike. Divê êrişên li ser Rojava û Başûr bên rawestandin. Xuyaye ku heta mehekî gavên rawestandina şer bên avêtin. Gav bên avêtin pêvajoyê baş berdewam bike. Eger ev tişt çênebin jî gelê Kurd dê dîsa hebûn, rêxistin û xebatên xwe berdewam bike. Rêber Abdullah Ocalan dixwaze ku bi vê banga xwe têkoşîna xwe ji nû ve dîzayn bike. Bi her awayî dixwaze pêvajoyeke nû dest pê bike. Rêber Abdullah Ocalan dibêje êdî rê û rêbazên heyî, tekoşîna heyî nabe bersiv. Hewceye her tişt bê guhertin. Milyonan Kurdên rêxistinî, milyonan Kurdên bi fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan vê giredayîne, hewceye xwe ji nû ve rêxistin bikin û pêvajoyeke nû dest pê bike. Ev pêvajo bê çareserkirin jî neyê çareserkirin jî rê û rêbazên kurdan, rêxistina kurdan dê nû ve bên guhertin. Bi her awayî dem û pêvajoyeke nû dest pê bike.
Hûn banga Abdullah Ocalan ya dawiyê çawa dinirxînin?
Ev pêvajoya birêz Abdullah Ocalan dest pê kir ji pêvajoyên berê gelek cudatir e. Wek pêvajoyekî çareseriyê, aştiyê mirov nikarê pênase bike. Ew pêvajoyê xwe guhertinê ye. Heke ew pêvajoyê xwe guhertine bi ser bikeve çareseriyêk aştiyanê siyasî pêk were. Guhertin çiye? Birêz Abdullah Ocalan ji tevgera xwe û gelê xwe re dibêje PKK di formata salê 1980an de guhertinêk pêk hatiye. Li gorî 40-50 sal berê hatiye darizandin. Ji bo ku têkoşîna kurdan ji re pêşengtî bike wê deme rê û rêbazên, rêxistinên were pêwîst bûye. Lê Rojhilata Navîn û cîhan hat guhertin. Şerê cîhanê ya seyêmîn heye. Ji ber vê sedemê rê û rêbaz êdî ji têkoşînê re nabe bersiv. Ew hewceye bê guhertin. Bê nûkirin. Pêvajoyêk nû werê destpêkirin. Eger werê çêbibe, ev destketiyên 40-50 salan yê gelê Kurd dê bê parastin û destketiyên nû werê destxistin. Ev peyam ji bo Kurdan û tevgera azadiyê ye. Li aliyêk din jî ji dewletê re ye. Birêz Ocalan dibêje ‘Dewleta Tirk heta îro pêvajoya PKKê bi çekan pênase dikir. Dewlet li aliyekî dibêje ‘Pirsgirêka me bi gelê Kurd re tune ye.’ Em jî PKK diguherînin. Em çekan didin rawestandin. Vê pêvajoyê li ser zemîna siyasî çareser bikin.’ Li vir em e fikre dewletê bibînin. Em e binerin ku dewlet dê çawa gavan bavêje. Dewleta tirk vê argumanê di nava qada navnetewî de jî kar tîne. Lê niha li cîhana ev arguman nayê erêkirin. Banga birêz Ocalan di 24 seatên de hemû cîhan hejand. Gelê cîhanê peyama Rêber Abdulah Ocalan erê kir û dixwaze pêvajoya çareseriyê pêş bikeve.
Dewleta tirk jî ji ber pêşketina herêmê, ji ber rewşa xwe ya aborî û dîtin ku pirsgirêka kurd bi çeka nayê çareser kirin. Nikarin bi êrişên çekdarî têkoşîna kurdan bisekînin. Ji bo wan tiştan dewlet difikire pirsgirêk qada siyasî bê çareser kirin baştire. Ji bo vê gav bên avêtin em nizanin çareserî qada siyasî ye. Hewceye ku destura bingehîn ji nûve bê çêkirin û mafên kurdan bê parastin. Ew tişt pêk bê an jî neyê dem dê nîşan bide. Ev yek hinekî girêdayî Têkoşîna gelê Kurd e. Ji bo gelê Kurd pêvajoyek nû destpê dike. Ew pêvajo nemeşe jî dîsa nûye. Ji ber vê yekê hewceye gelê Kurd têkoşîna azadiya Kurdistanê ji bo demê nû xwe rêxistin bike. Prespektîfên Rêber Abdullah Ocalan girîng in. Hêz û tecruba Kurdistanê ji heye vî tiştî bike. Ev destpêk e. Ne encame, destpêka çiye destpêka nuye. Ji ber vê yekê di rojên pêş de gelek niqaş bên kirin. Di vê pêvajoyê de hewceye ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bigihîne raya giştî ku karibe pêvajoyê dizayn bike. Derketiye holê ku gelê Kurd bi aqil nêzî pevajoyê bibe dê bi ser bikeve. Ji bo wan sedema pêvajo ne pêvajoyê berê ye. Berê di navbera PKKê û dewleta Tirk de hevdîtin pêk dihatin. Lê niha pêvajoyeke wisa tune ye. Niha Rêber Abdullah Ocalan pêvajo daye destpêkirin. Ev pêvajoya guhertina tevgera azadiya Kurdistanê ye. Rêber Ocalan bawer dike ku eger tevgera azadiya Kurdistan bê guhertin ev guhertin dewletê jî neçar bihelê û dewletê jî biguherîne. Hemû rê û rêbazê şerê dewleta tirk bêbandor bike.