Rojnameger Derya Ren, ji doza “haqaretê’ beraet kir.
Polîsan nûçegîhana JINNEWS rojnameger Derya Ren, di 7ê Çileya 2025an de dema li navçeya Belgîs (Nizîp) a Dîlokê nûçe dişopand, binçav kiribû û piştre serbest berdabû. Polîsan piştî Derya Ren binçav kirin, nêzî saetekê li benda ekîba din dabûn rawestandin. Piştre polîsên TEMê hatin û bi heqaret û tundiyê Derya Ren binçav kirin. Piştî lêpirsînê Derya Ren serbest berdan û herî dawî jî bi hinceta “heqaret kiriye” doz lê vekirin. 2emîn danişîna doza Derya Ren li 5emîn Dadgeha Ceza ya Asliyê ya Nisîpînê hat dîtin. Di danişînê de dadger der barê Derya Ren de biryara beraetê da.
Di danişînê de endam û nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) nûnerê Komeleya Xebatên Medya û Hikuqê (MLSA) amade bûn.