Endam û nûnerên MKG û DFGê ji bo rojnamegerên hatin kuştin, li ser sînorê Pirsûs-Kobanê kom bûn û gotin, “Em ê rastiya Nazîm û Cîhanê biparêzin.”
Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên li ser sînorê Sirîn û Kobanê bi balafirên şer ên Tirkiyeyê hatin kuştin, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê daxuyanî dan. Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan Ferît Şenyaşar û rêveberên DBPê beşdar bûn. Pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” vekirin û wêneyên rojnamegerên hatine qetilkirin, hatin hilgirtin. Daxuyanî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘Em ê rastiya Nazim û Cîhanê biparêzin’
Li ser navê MKGê Rojnameger Ceylan Şahînli axivî û got, “Hevalên me ji bo heqîqetê hatin qetilkirin. Di berdewamiya êrîşên li ser Çapemeniya Azad de hevalên me hedef hatin girtin. Li Rojava rastiyek hebû û hevalên me bi nûçeyên xwe ev rastî ji me re ragihandin. Bûn hedef û hatin qetilkirin. Hevalên me yên ku xwestin ji bo hevalên me yên hatin qetilkirin dengê xwe bilind bikin hatin girtin. Ji bo me parastina Nazim û Cîhanê cihê rûmetê ye. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna wan. Weke şopdarên wan em ê têkoşîna wan bidomînin. Em ê heqîqeta Nazim û Cîhanê biparêzin.”
‘Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bimeşin’
Nûnerê DÎSK BASIN ÎŞê Hakki Boltan jî got: “Em şopdarên şehîdên Çapemeniya Azad in. Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bimeşin. Em ê rûmeta pîşeya rojnamegeriyê biparêzin. Divê her kes li dora Çapemeniya Azad bibin yek.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Nazîm û Cîhan rûmeta me ne” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.