• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

Mahmût Altintaş / AW

4 ADAR 2026 - 09:20
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rojnameger Kakshar Oremar anî ziman ku piştî destpêkirina êrişên li ser Îranê li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke awarte heye û wiha got: “Rejîma Îranê ji ber tîfaqa di navbera Kurdan de tengav bû ye. Amerîka û Îsraîl jî ji heza Kurdan haydarin. Ew jî dizanin heza herî xurt Kurd in. Guherandina rejîmê dê li Kurdistanê dest pê bike.” Oremar anî ziman ku gel xwedî hêz e lê ji Îsraîl û DYAyê bawer nake.

 

Şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê ku di 28ê Sibatê de dest pê kir, di roja 5an de didome. Di êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê de Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Elî Xamaney û gelek serkirdeyên Îranê hatin kuştin. Piştî kuştina Xamaney Îranê şer li herêmeke berfireh belav kir û dest bi hedefgirtina baregehên lêşkerî yên Amerîkayê yên li herêmên Rojhilata Navîn kir. Her wiha Hizbûlaha Îranê jî bi moşekan êrişî Îsraîlê kir û bi vê helwestê diyar kir ku ew jî tevli şer dibin. Îsraîl û Amerîka bombebarana li dijî bargehên rejîma Îranê didomîne. Di encama êrişan de gelek baregehên rejîmê jî hatin ruxandin.

Îranê zextên li ser Kurdan zêde kir

Bi destpêkirina êrişên li dijî Îranê re çavê raya giştî ya Kurd jî li Rojhilatê Kurdistanê ye. Partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê weke Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îranê, Sazmanî Xebatê ya Kurdistan-Îranê û Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê beriya êrişên li ser Îranê yekitiya xwe ragihandibûn. Rejîma Îranê jî piştî şer, zextên li ser Rojhilatê Kurdistanê zêde kirin û înternet qût kir.

Mihalefeta Îranê ji bo Rojhilat xweserî pêşniyar kir

Li aliyê din mihalefeta Îranê jî di nav hewildanan de ye. Bi destpêkirina êrişan re Encumena Neteweyî ya Berxwedana Îranê (NCRI) projeyeke nû ya 10 xalî ji bo siberoja Îranê ragihand. Di nav xalan de ji bo Rojilatê Kurdistanê jî daxwaza statuyeke taybet û otonomiyê hate kirin. Rojnameger Kakshar Oremar, êrişên li ser Îranê û bandora wê ya li ser Rojhilatê Kurdistanê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

‘Şerê enerjî û guherandina konjektora siyasî ye’

Kakshar Oremar bi lêv kir ku armanca êrişên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê hilberîna oramyom û fuzeyên balistik e û wiha axivî: “Amerîkayê beriya Îsraîlê êrişî Îranê kir. Sedema wê jî Amerîka dixwazê xwe wekî hêza yekêm nişan bide. Ji bo wê jî darbeya yekemîn Amerîkayê li Îranê xist. Her wiha reqabeteke mezin di navbera Amerîka, Rusya û Çînê de heye. Piştî êrişên Îsraîlê li dijî Îranê di Îranê de şikestinên mezin çêbûn. Amerîkayê dixwast ku Îran hilberîna oramyomê bide rawestandin lê Îranê ranewestand. Her wiha Amerîkayê çêkirina bombeya atomê ya Îranê ji xwe re xetere didît.”

‘Destwerdana herêmî û çêkirina moşekan bû sedem’

Li ser mijarê Oremar derbirî ku DYA û Îsraîlê polîtîkayên Îranê ji xwe re wekî gef dîtine û wiha pêde çû: “Her wiha destwerdana Îranê li ser Iraq, Sûriyê, Urdun, Lubnan û Sûdî Arabîstanê jî berdewam dikir. Vê yek ji bo Îsraîl û Amerîkayê gefek bû. Van sedeman jî êrişek bi vî rengî bi xwe re anî. Li ser van çêkirina moşekên Balîstîk jî bû sedema êrişan. Tişta ku destê Îranê xurt dike jî tengava Hurmizê ye. Piştî ku hate girtin enerjî li cîhanê giran bû. Ji bo wê jî em dikarin bêjin ew şerê enerjî, şerê hêzê û şerê guherandina konjektora siyasî ye.”

‘Armanca Îsraîlê guherandina jeopolîtîka herêmê ye’

Di berdewama axaftina xwe de Kakshar Oremar destnîşan kir ku Îsraîl dixwazê bi hêzên herême re jeopolîtika herêmê biguherînin û derbirî ku ew yek dê bandorê li ser Tirkiyeyê jî bike. Kakshar Oremar tekildarî armanca Îsraîlê ji bo guherandina jeopolîtîka herêmê ev nirxandin kirin: “Li Îranê gelek netew û pêkhateyên cuda hene. Hêza herî xurt jî Kurd in. Partiyên Kurd beriya destpêkirina êrişan yekitiya xwe ragihandin. Ew yekitiya Kurdan ji aliyê Îranê ve weke xetereyek hate dîtin. Îran ditirse ku Îsraîl jeopolîtîka herême biguherînê û dîzayneke nû bide. Helbet Tirkiye jî ji vê yekê ditirse. Îsraîl dibêje Tirkiye cigirê Îranê ye. Heke Îran ji holê rabe Tirkiye dimîne. Her wiha Îsraîl Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî weke pirsgirêk dibine û weke dijmin dinirxîne.”

‘Yekem herêma azad bibe Rojhilatê Kurdistanê ye’

Kakshar Oremar diyar kir ku hêza herî xurt û amade Kurd in û wiha dirêjî da axatina xwe: “Kurdan di van 47 salan de li dijî rejîmê serê xwe netewandin. Serhildanên Jin jiyan azadî yên van salên dawî jî stûnên rejîma Îranê lerizandin. Yekitiya di navbera 5 partiyên Kurd de jî dîrokî bû û stratejiyeke xurt bû. Rejîma li ser kar û opozîsyona derve jî ji ber vê tîfaqa Kurdan tengav bûn. Divê hemû partiyên Kurd jî li gor vê tîfaqê tevbigerin û yekgirtî bin.”

‘Bakur, Başûr û Rojava li pişt Rojhilat in’

Oremar derbirî ku Kurd xwedî hêz in û ev tişt gotin: “Heke sibê rejim têkbiçe rola herî mezin dê bibe ya partiyên Kurd. Yekemîn herêma azad bibe Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber ku aliyekî Başur, aliyekî Bakur û aliyê din jî Rojava li pişta wan e. Kurd li gorî hêzên din hêza herî xurt û amade ye. Baregeha Jîna Amînî rastî lêpirsînê hatibû jî hat rûxandin. Amerîka û Îsraîl jî ji hêza Kurdan haydarin. Ew jî dizanin hêza herî xurt Kurd in. Guherandina rejîmê dê li Kurdistanê destpêbike.”

‘Baweriya gel bi DYA û Îsraîlê nîne’

Di berdewama axftina xwe de Kakshar Oremar anî ziman ku bi destpêkirina êrişan re zextên hêzên rejîmê li dijî Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke awarte heye. Gel ji aliyekî ve ji ber êrişên li dijî Îranê kêfxweş e ku rejim têk diçe û bi nêzîkbûna Newrozê re zemînek jî heye ku gel bi yek carî rabe serhildanê. Lê ji aliyê din ve rejîmê zextên li dijî Kurdan gelek zêde kirine. Heta niha gelek kes hatinê girtin. Li Kurdistanê înternet lewaz e. Gef li dijî Kurdan zêde bûne. Em niha nikarin bi malbatên xwe yên li Rojhilat re li ser telefonê biaxivin. Ji ber ku înternet girtiye. Beriya 2 rojan jî rejîmê li dijî partiyên Kurd gef xwarin. Lê bi kuştina kesekî weke Xamaney ew rejim zû zû têk naçe. Bêbaweriya gel li dijî Îsraîl û Amerîkayê heye. Civak jî li dijî Îranê bi hêz e. Lê baweriya wan ji Îsraîl û Amerîkayê nîne.”

‘Pirojeya Netewa Demokratîk çareseriyeke nûjên e ji bo pirsgirêkan’

Di dawiya axaftina xwe de Kakshar Oremar derbarê pêşniyara çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku li dijî qrîz û kaosên li Rojhilata Navîn pergala herî nûjên çareserî pergala Neteweya Demokratîk e. Oremar axaftina xwe wiha qedand: “Partiyên Kurdistanê gelek caran ji bo çareseriya pirsgirêkên neteweyî û olî pêşniyarên çareseriyê ji dewletê re kirin lê dewleta Îranê taybet PJAK û partiyên din qebûl nakin û Kurdan muxatap nabînin. Projeya rêzdar Ocalan projeyeke makul û nûjen e. Ji bo Îranê modela çareseriyê ya herî xurt jî çareseriya demokratîk a partiyên Kurd pêşniyar dike ye. Bi pergaleke federal û konfederal dikarê çareserî pêş bixin. Êdî şert û mercên heyî de Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê nikarin weke berê bijîn. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin û Kurd jî xwedî hêzeke mezin in.”

Etîket: Rojhilatê KurdistanêRojnameger Kakshar OremarŞerê DYA-Îsraîl û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîlê nexşeya baregehên li Tehranê hedef girtîn weşand

Îsraîlê nexşeya baregehên li Tehranê hedef girtîn weşand

4 ADAR 2026
Îsraîl û DYAyê êrişên nû li Tehran, Karaj û Isfahanê pêk anîn

Îsraîl û DYAyê êrişên nû li Tehran, Karaj û Isfahanê pêk anîn

3 ADAR 2026
Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

1 ADAR 2026
Mûxalifên Îranî ji bo Rojhilatê Kurdistanê ‘Statûya Otonom’ pêşniyar kirin HATE NÛKIRIN

Mûxalifên Îranî ji bo Rojhilatê Kurdistanê ‘Statûya Otonom’ pêşniyar kirin HATE NÛKIRIN

28 SIBAT 2026
Şer herêmî dibe: Îranê baregehên DYAyê li Rojhilata Navîn hedef girtin

Şer herêmî dibe: Îranê baregehên DYAyê li Rojhilata Navîn hedef girtin

28 SIBAT 2026
Şerê Îran û Îsraîlê: Ligel êrişên leşkerî şerê sîber û dijîtal di dewreyê de ye

Şerê Îran û Îsraîlê: Ligel êrişên leşkerî şerê sîber û dijîtal di dewreyê de ye

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Mudaxeleya Ocalan a Sûrî û nêrînên wî yên li ser qeyrana Rojhilata Navîn – 7

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (132)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne