Rojnamevana binçavkirî Reyhan Hacioglu peyam şand û diyar kir ku ev polîtîka nikare wan têk bibe û gto: “Em ê her tim rastiyê vebêjin.”
Di 17ê çile de 6 rojnameger di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Di derbarê 6 rojnamegerên ku li Wan, Stenbol û Mêrsînê hatin binçavkirin de biryara sînordarkirina parêzaran hat girtin. Rojnameger û Edîtora Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu ya ku li Wanê hatibû binçavkirin bi parêzara xwe Jiyan Ozkaplan re hevdîtîn kir. Hate ragihandin ku rewşa tendurîstiya Reyhan Hacioglu baş e. Reyhan Hacioglu di bin çavan de peyamek parve kir û wiha got: “Ev polîtîka nikare me têk bibe. Em ê her tim rastiyê vebêjin. Em fikarên cihî jiyan nakin. Ji bo rastiyê binivîsin cih ji bo me ne girîng e. Wê ragihandina azad bêdeng nemîne.”
Parêzar Jiyan Ozkaplan diyar kir ku dê muwekîla wê roja duşemê bi riya pergala deng û dîmenê (SEGBÎS) îfade bide dozgeriya Stenbolê.