Enqere – Rojnameger Zana Denîz diyar kir ku komên çekdar ên giredayî hikumeta Şamê û Tirkiyeyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujiyên li dijî mirovî pêkanînê û got ku bi sedan welatî hatinê revandin û aqubeta wan jî heta niha ne diyar e.
Hezên giredayî hikumeta demkî ya Şamê û komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê di bi çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dikin. Komên çekdar li dijî welatiyên sivîl, jin û zarokan, mizgeft û nexweşxaneyan bi awayekî li dijî mirovî bênavber êriş pêkanîn û di encama êrişan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Hezên ewlehiyê û welatiyên taxan li dijî êrişan komên çekdar tevî derfetên kêm li taxa xwe berxwedaneke dîrokî dan. Piştî 6 rojên êrişan dûh agirbest hat ragihandin û kesên birîndar û jiyana xwe ji dest danê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Hezên Sûriyeya Demokratîk bang li welatiyan kir ku li taxên xwe bimînin. Rojnameger Zana Denîz li herêmê geşedanan ji nêz vê dişopînê tekildarî geşedanên dawî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Berxwedaneke dîrokî
Zana Denîz anî ziman ku li dijî teng û topan di 6 rojan de berxwedaneke bêhempa hatiyê dayin û wiha axivî: “Li dijî êrişên mezin berxwedaneke pir mezin hat dayin. Her dû tax jî taxên biçûk in. Lê bi hezaran hez û çete hatin ber van taxan û bi tang û topan êriş kirin. Lê tevî vê yekê jî berxwedaneke dîrokî hat nivisîn. Zeyyad Efrîn ji bo ku nekevê destê çeteyan çalakiyeke fedayî li darxist. Ji bo wê jî em dikarin bejin li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dîrok hat nivîsandin. Li nexweşxaneya Xalid El Fecir tenê di destê gel de mabû. Ji ber ku li wir ji ser sed kesan re nexweş û birîndar hebûn. Li wir xwe diparêstin. Lê çeteyên giredayî Tirkiyeyê Hamzat û Emşat li hewldan li wê nexweşxaneyê komkujiyeke mezin bikin. Li ser nexweşxaneyê êrişên mezin hebûn. Derdorê jî dronên Tirkan digeriyan. Zêdetirî sed kesan li nexweşxanyê bûn. Meclîsa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê agirbest ragihandin ji bo gelê nexweşxaneyê komkujiyeke mezin re rû bi rû nemînê. Dûh jî welatiyên nexweşxaneyê li deriyê Der Hafir re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî herikî bû wir û li wir ji aliyê gel vê bi girseyî hatin pêşvazî kirin. Gel li Tebqa û Reqayê ne û li wir jî dê derbasî kantona Cizîrê bibin.”
‘Aqubeta bi sedan welatiyan ne diyar e’
Zana Denîz di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku welatiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên koçber bûnê li benda vegereke ewle ne û ev tişt gotin: “Dema gel hat vir em jî bi wan re axivîn. Gel jî dixwazê bi awayekî ewlê dîsa vêgerin taxên xwe. Gel dixwazin dîsa vegerin bajarên xwe lê bi awayekî ewle. Hovitiya çeteyên giredayî Tirkiyeyê hikumeta Şamê li taxan berdewam dike. Bi sedan kes revandin û aqubeta wan hê nediyar e. Kes nizane li ku ne. Ji bo wê jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcên şer hatin kirin. Ew sûc bi destê Tirkiye û hikumeta Şamê pêk hat. Ew sûc li ber çavên hemû kesan pêk hat.”

‘Ji bo gel vegera ewlehî pêwîst e’
Zana Denîz bal kişand ser civîna li Parîse ji aliyê Îsraîl, Tirkiye û hikumeta demkî ya Şamê pêk hatibû û wiha pê dê çû: “Ew polîtikayên wan civînan de ne. Li ser biryarên wan civînan ew êrişên li dijî mirovî pêkhatin. Rêveberiya Xweser di serî de dibêje divê gelê me bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe. Lê ew der niha ne ewlê ne. Çete kiryarên li dijî mirovî pêk tînin. Rêveberiya Xweser jî dibêje divê ew tax bên ewle kirin û ew çete li taxan derkevin. Lê heta niha ew tax ji bo ewlehiyê ne guncav in û gel jî nikariyê vêgerin taxên xwe. Lê weke me got gel dixwazê vegerin cih û warên xwe. Gel jî li dijî vê yekê ne razîbûna xwe nişan didin. Zarokên 6 salî komkujiyên mezin dîtin. Ji bo gel bikarê vê gerin cih û warên xwe divê hikumeta Şamê û çete li wir derkevin.”
‘Gel bêdengiyê qebûl nake’
Zana Denîz bi lêv kir ku li dijî êrişên li dijî mirovî divê li her derê Kurd dengê xwe bilind bikin û ev tişt anîn ziman: “Divê gel cihê xwe nasekinin. Gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku em bi wan re axivîn dibêjin tahamula me li dijî vê bêdengiyê tune ye. Dibêjin ew bêdengî nayê qebûl kirin. Hem dewletên navneteweyî û hem jî ya saziyên mafê mirovan qaşo li dijî van sûcên mirovî bêdengin. Êdî gel vê bêdengiyê qebûl nake. Gel dibêje em ê li berxwe bidin. Gel niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vegereke bi ewle li ber xwe didin. H









