• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Doza weşanxaneya Aramê hat taloqkirin

    Doza weşanxaneya Aramê hat taloqkirin

    Hunermend Yelda Ebasî li Meşhedê hat girtin

    Hunermend Yelda Ebasî li Meşhedê hat girtin

    Xelatgirên Nobelê banga piştgiriya Rojava kirin

    Xelatgirên Nobelê banga piştgiriya Rojava kirin

    ‘Em ê bi rêxistinbûnê hesabê bipirsin’

    ‘Em ê bi rêxistinbûnê hesabê bipirsin’

    YPGê û YPJê êrişên li ser Safayê û Çilaxayê têk birin

    YPGê û YPJê êrişên li ser Safayê û Çilaxayê têk birin

    Wezîrê Karên Derve yên Fransa û Tirkiyê dê ji bo Rojave bicivin

    Wezîrê Karên Derve yên Fransa û Tirkiyê dê ji bo Rojave bicivin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Doza weşanxaneya Aramê hat taloqkirin

    Doza weşanxaneya Aramê hat taloqkirin

    Hunermend Yelda Ebasî li Meşhedê hat girtin

    Hunermend Yelda Ebasî li Meşhedê hat girtin

    Xelatgirên Nobelê banga piştgiriya Rojava kirin

    Xelatgirên Nobelê banga piştgiriya Rojava kirin

    ‘Em ê bi rêxistinbûnê hesabê bipirsin’

    ‘Em ê bi rêxistinbûnê hesabê bipirsin’

    YPGê û YPJê êrişên li ser Safayê û Çilaxayê têk birin

    YPGê û YPJê êrişên li ser Safayê û Çilaxayê têk birin

    Wezîrê Karên Derve yên Fransa û Tirkiyê dê ji bo Rojave bicivin

    Wezîrê Karên Derve yên Fransa û Tirkiyê dê ji bo Rojave bicivin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegerek li ser şopa heqîqet û azadiyê: Azîz Koyluoglu

Navenda Nûçeyan / AW

27 ÇILE 2026 - 11:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Salek bi ser şehîdbûna rojnameger Azîz Koyluoglu re derbaz dibe, ew ezîzê heval û gelê xwe bû. 32 salan bi çavên kamera û pênûsa xwe li dijî dagirkerî, neheqî û zilmê şer kir. Îro bi sedan hevrêyên wî li ser şopa heqîqetê dimeşin û pênûs û kameraya wan li erdê nehiştine.

Rojnameger Azîz Koyluoglu ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, 32 salên jiyana xwe li her bostek erdê Kurdistanê ji bo ronîkirina rastiyan û lêgerîna heqîqetê derbas kir.

Tekoşer, kedkarê çapemeniya azad û lêgerînvanê heqîqetê Azîz Koyluoglu, di 27ê Çileya 2025an li herêma Ranya ya Silêmaniyê di êrişek dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Têkoşer û rojnameger Azîz Koyluoglu ku 25 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê ji bo ronîkirina rastiyan û heqîqetê borandin, li paytexta lehengiyê û berxwedanê, li navçeya Çinara Amedê yê Bakurê Kurdistanê, di sala 1976an de ji dayik bûye.

Di nava malbatek welatparêz de, bi çanda berxwedanê ya Şêx Seîd û Mazlum Dogan mezin dibe. Lewma hîn di temenê xwe yê biçûk de rastiya Kurd û Kurdistanê nas kir, ket pey lêgerîna heqîqetê.

Salên ku bi hovîtiya pergalê re rû bi rû maye

Wekî her Kurdek welatparêz, ew jî dikeve ser rêya qeqîqetê, li gundê xwe dest bi tekoşîna jiyanê dike. Ji ber xebat û tekoşîna xwe gelek caran dikeve zindanê. Di 16 saliya xwe de bi êşkence û zordariya dewleta Tirk re rû bi rû tê. Lê wî biryara xwe ya jiyanek azad ji zû ve dabû û bersiva wî dibe mezinkirina têkoşînê.

Azîz Koyluoglu, li ser vê mijarê wiha dibêje; “Di temenê zaroktiyê de ez girtim û avêtim zindanê, weke gelek zarokên Kurd êşkence û zorî li min kirin. Min famkir bêyî azadî jiyan nabe li Kurdistanê.”

Azîz Koyluoglu di sala 1994an de li Amedê dest bi kar û xebata şoreşgeriyê dike, piştre derbasî metrepolên Tirkiyeyê dibe û li wê derê careke din tê girtin.
Ji sala 1996 heta sala 1998an 3 caran tê girtin û di nava taritiya zinadanê de li ber xwe dide, teslîm nabe û soza daye Mezlûman bi cîh tîne.

Piştî tê berdan, bi biryardariyeke mezintir meşa xwe ya azadiyê didomîne. Bi coş, heyecan dibe rêwiyê riya qeqîqetê, bênavber têdikoşe ku heqîqeta dijminên Kurdan raxe ber çavan û civakê ronî bike.

Li çiyayên azad li pey heqîqetê

Di sala 2000î de Azîz Koyluoglu, weke rojnameger û lêgerînerek rastiyê, li Herêmên Parastina Medya, li deverên Qendîl, Xakurkê, Xinêrê têkoşîn û jiyana endamên Tevgera Azadiyê bi dîmen, wêne û nîvisan ji raya giştî re radigihîne.

Bi salan bi eşqeke mezin, ji çiyayekî derbasî çiyayek din dibe, bi nivîs, gotar û kameraya xwe berxwedanî û lehengiya li çiyayên azad nîşanî cîhanê da, bû dengê rastiyê. Azîz Koyluoglu di nava hevalên xwe de wekî kesayetek dilnizim, parveker û kedkar tê zanîn, li her cihekî ku têkoşîna jiyanek azad hebû, berê xwe dida wir.

Dema ku li Rojava Şoreşa 19ê Tîrmehê (2012) dest pê kir, ew jî sala 2013an de berê xwe dide qada şoreşê. Li gelek bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê digere, nas dike û şoreşê ji cîhanê re radigihîne.

Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê…

Di sala 2018an wexta ku dewleta Tirk êrişî Efrînê kir, Azîz jî bêyî dudilî berê xwe dide Çiyayê Kurmênc û berxwedana serdemê ku 58 rojan dom kir, şopand. Her wiha hovîtiya ku hate kirin nîşanî hemû cîhanê da.

Wexta ku dewleta Tirk sala 2019an êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir jî Azîz vê carê li wir bû. Bi kamera, nivîs û nûçeyên xwe vê carê hovîtiya û berxwedana li dijî wê ragihand.

Azîz Koyluoglu, karê xwe yê rojnamegeriyê li Başûrê Kurdistanê jî li ser riya eşkerekirina heqîqetê meşand. Ji Hewlêr heta Kerkuk û Silêmanî rastiyên siyasî, civakî, leşkerî şopandin, ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re ragihand.

Mamosteyê rojnamegeran bû

Di dema li Başûrê Kurdistanê bû, rêya rastî ji bo hevpîşeyên xwe ronî dikir bûbû yek ji bingehê Ragihandina Azad ji bo perwerdekirina rojnamegeran. Wî bi hevrêtî û pîvanên exlaqî têkilî bi hevalên xwe re didanî, li ser hîmê heskirina xak û welat mirov perwerde dikir. Di hemû qonaxên karê ragihandinê de berpirsyarî girtibû. Bi dehan rojnameger perwerde kiriye.

Dema ku rojnameger Azîz Koyluoglu li ser erka xwe ya rojnamegeriyê bû 27ê Çileya 2025an li gundê Girdecan ya nêzîkî bajarokê Çarqûrne ya ser bi navçeya Ranyayê ya girêdayî îdareya Raperîn di encama êrişa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de û destê xiyanetkaran hate qetilkirin.

Ew her tim çira ne

Azîz Koyluoglu, Gulistan Tara, Hêro Behadîn, Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn, Mirad Mîrza, Musa Anter, Xurbetelî Ersoz, Seyîd Evran, Karwan Horam, Denîz Firat û Agir Ban ên ku canê xwe di oxira heqîqetê de fedakirine, wê her tim di dil û mêjiyê azadîxwazan de bimînin. Ji bo rojnameger û çapemeniya azad jî, ew her tim çirayek in ku her dem rêya kedkarên ragihandinê ronî dikin. Wê rêbaza wan ya xebatê her tim ji aliyê hevrêyên wan ve were şopandin.

Çavkanî: RojNews

Etîket: Azîz KoyluogluRojnews
FacebookTweet

Nûçeyên Din

‘Em ê bi rêxistinbûnê hesabê bipirsin’

‘Em ê bi rêxistinbûnê hesabê bipirsin’

27 ÇILE 2026

DFG: Em Azîz Koyluoglu bi rêzdarî bi bîr tînin

27 ÇILE 2026
Komeke gerîla dê sibê gaveke din a dîrokî biavêje

Komeke gerîla dê sibê gaveke din a dîrokî biavêje

25 COTMEH 2025
ANHA û Rojnews dê servîsên xwe yên Tirkî bigirin

ANHA û Rojnews dê servîsên xwe yên Tirkî bigirin

25 ÎLON 2025
Artêşa Tirk gundên Dihokê bombebaran kir

Artêşa Tirk gundên Dihokê bombebaran kir

20 HEZÎRAN 2025
Şandeya DBP û DEM Partiyê serdana Rojnewsê kir

Şandeya DBP û DEM Partiyê serdana Rojnewsê kir

18 SIBAT 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1334)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne