Rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê de hatibûn binçavkirin, ji bo îfadeyê bidin dozgeriyê birin edliyeyê.
Karûbarên îfadegirtinê yên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê yên rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekîn ku di 17ê Çileyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, xelas bû. Rojnameger ji bo îfadeya dozgeriyê birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Hat zanîn ku îfadeyên rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê û rojnameger Vedat Oruç ê li Mêrsînê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin jî dê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) bên girtin.
Li emniyetê ji rojnamegeran têkildarî nûçeyên çêkirin û bernameyên nîqaşan ên televîzyonê hatibûn pirsîn. Hat zanîn ku li emniyetê pirs ji rojnamegeran hatibû kirin bê çima tecrîdkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kirine mijara bernameya xwe.