• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

    Yilmaz Guney li Stenbolê hate bîranîn

    Yilmaz Guney li Stenbolê hate bîranîn

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    ‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

    Yilmaz Guney li Stenbolê hate bîranîn

    Yilmaz Guney li Stenbolê hate bîranîn

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rûniştina yekem a civîna komîsyonê bi dawî bû

Enqere / AW

17 ÎLON 2025 - 18:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rûniştina yekem a Komîsyona Meclîse bi guhdarkirina akademîsyenan bi dawî bû. Di rûniştina yekem de ji bo pêvajoya aştiyê bigihêje encamekê akademîsyenan ji cihanê mînak dan û pêşniyarên xwe kirin. Rûniştina 2an bi guhdarkirina akademîsyênên mayî wê berdewam bike.

Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hatibû avakirin civîna xwe ya 10an li darxist. Di rûniştina yekem a civîna 10an de, Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokûş Veznedaroglû, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk Doç. Dr. Çerag Esra Çûhdar wê ben guhdar kirin. Di rûniştina 2an de jî Fatih Ûlûsoy, Huseyin Orûç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkûn, Prof. Dr. Talha Kose wê tên guhdarkirin.

Di rûniştina yekem a civînê de yekem Havva Kok Arslan axivî. Havva Kok Arslan anî ziman ku Tirkiye ji bo ji aliyê hiqûqî û demokrasiyê ve bi hêz bibe hewcedarî guherandinek heye û ev tişt gotin: “Ev yek ji bo aştiya Tirkiyeyê û herêmê, bi taybetî ji bo gelê Kurd û hemû gelan, mifte ye. Di dîroka cîhanê de guherînek 500 salî heye, û ev bi qonaxa zelalkirina Tirkiyeyê re hemdem e.”

‘Otonomiya rêveberiyên herêmî divê bê xurtkirin’

Piştre jî Sevtap Yokuş Veznedaroglû axivî. Sevtap Yokuş Veznedaroğlu jî bi lêv kir ku Tirkiye li dûrî hesabên siyasî dikare gavên dîrokî bavêje û ev pêşniyar kirin: “*Ji bo pêvajoyeke destûrî divê komîsyon û binkomîsyon werin avakirin. Qanûna înfazê were guherandin. Otonomiya rêveberiyên herêmî were xurtkirin. Protokola 12an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dikare were pejirandin. Destpêka destûrê û hin madeyên wê (42, 66, 127) bi zimanekî aştiyane dikarin werin nûkirin.”

‘Pêvajoya aştiyê îradeyeke domdar dixwaze’

Ayşe Betul Çelîk destnîşan kir ku heke sedemên bingehîn ên şer neyên çareserkirin pêvajo careke din vedigere tundiyê û ji cihanê mînak dan.

Çerag Ayşe Çuhadar jî bi lêv kir ku pêvajoyên aştiyê îradeyeke domdar dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînakên wekî Kolombiya, Îrlanda Bakur û Lîberyayê nîşan didin ku pêvajoyên serkeftî bi tevlêbûna civakî, avakirina baweriyê û mîmariyeke baş-sazkirî ve girêdayî ne. Sê sernavên sereke derdikevin pêş: birêvebirina têkiliyên aktoran, sêwirana pêvajoyê û gavên zêdekirina baweriyê. Pêvajoyên tevlihev, bi beşdariya civaka sivîl û partiyên siyasî re domdariya aştiyê zêde dikin.”

Piştî guhdarkirinan parlamenterên di komîsyonê de pirs ji akademîsyenan pirsîn û akademîsyenan jî bersiva pirsan dan. Bi bersiv dayîna pirsan re rûniştina yekem a civînê bi dawî bû.

Di rûniştina 2an de akademîsyenên mayî wê bên guhdarkirin.

Etîket: akamîsyencivînguhdarkirinkomîsyon
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

Parêzgarê Hesekê bi berpirsa UNICEFê re civiya

25 ADAR 2026
Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

Parêzgarê Hesekê bi şandeya NYyê re civiya

25 ADAR 2026
Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

18 ADAR 2026
MEBYA-DER û TUAY-DERê li Amedê bi gel re civiya

MEBYA-DER û TUAY-DERê li Amedê bi gel re civiya

16 ADAR 2026
Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de tên cem hev

Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de tên cem hev

8 ADAR 2026
Asayîş û hikûmeta demkî ji bo deriyê Sêmalka civiyan

Asayîş û hikûmeta demkî ji bo deriyê Sêmalka civiyan

3 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên 3yemîn Pêşbirka Helbestan a Cegerxwîn dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi nenaskirina hebûna Rojava re ne pêkan e pirsgirêk çareser bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (45)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne