Li bajarê Sineyê Baregeha Şahram Far ji hêla balefirên şer ve hate bombebaran kirin. Ev qam wekî îşkencexaneya rejîma Îranê dihat zanîn û girtiyên siyasî yên wekî Ferzad Kemanger û Îhsan Fetehiyan jî li vir hatibûn îşkencekirin.
Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 10an de berdewam dike. Balefirên şer ên Îsraîl û DYAyê di seatên piştî nîvro de li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê êrişên hewayî pêk anîn. Ji cihên hatine bombebaran kirin yek jî Baregeha Şahram Far bû. Di encama bombebaranê de şewat li baregehê derket û dûman ber bi esman ve hil bû. Di encama lêdanê de baregeh di astek jor de hilweşiya û hate asta ku neyê bikaranîn.
Îşkencexaneya rejîmê bû
Baregeha Şahram Far wekî navenda îstîxbaratê dihat bikar anîn. Piraniya kesên wekî dijberî rejîmê ve dihatin pênasekirin ji hêla vê navendê ve dihatin lêpirsîn kirin. Li gorî çavkaniyên herêmê ev baregeh wekî îşkencexaneya rejîma Îranê dihat zanîn. Çavkaniyan destnîşan kir ku bi dehan girtiyên siyasî di encama îşkenceyên li vir de jiyana xwe ji dest dane.
Ferzada Kemanger li vir hatibû girtin
Di nav girtiyên siyasî yên li vir hatine girtin Farzad Kamangar jî hebûye. Kemanger mamosteyê Kurdî bû û di sala 2010an de hate darvekirin. Hate ragihandin ku Kamangar di dema girtina xwe de li vê navendê rastî lêdan û îşkenceya ceyranê hatibû. Her wiha girtiyên siyasî Ramin Hossên Panahî, Îhsan Fatahiyan û Ramin Fatehî li vê îşkencexaneya hatibûn girtin û rastî îşkenceyê hatibûn.













