Enqere – Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim bertek nîşanî gefên Tirkiyeyê da û got ku parastin xeta wan a sor e. Muslim diyar kir ku Şamê hin şertên HSDê qebûl kiriye û bandora Tirkiyeyê li ser herêmê jî kêm dibe û got: “Amerîka û hêzên navneteweyî xweseriya demokratîk qebûl dikin.”
Hikumeta demkî ya Şamê di van rojên dawî de ji bo entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi arteşa Sûriyeyê re nameyeke ku 13 xalan pêk tê ji Rêveberiya Xweser re şand. Li gorî vê nameyê endamên HSDê dê bi 3 tumenan tevlî artêşa Sûriyeyê bibin. Tumeke dê ji parastina herêmên Rêveberiya Xweser berpirsyar be. Tumenek jî dê ji bo parastina Jinan ji Yekîniyên Parastina Jinan (YPJ) pêk were û tumenek jî dê di têkoşîna li dijî DAIŞê bi arteşa Sûriyeyê re bi awayekî koordîne bixebite. Xala girîng a nameyê jî ew e ku artêşa Sûriyeyê nakeve hundirê herêmên Rêveberiya Xweser. Derbarê nameyê de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.
Ji aliyê din ve jî rêyedarên Tirkiyeyê li dijî Rêveberiya Xweser û HSDê gefên xwe didomînin. Herî dawî AKPê di rapora ku ji bo çareseriya pirgirêka Kurd pêşkeşî meclîse kir de Rêveberiya Xweser ji bo xwe weke xeter bi nav kir û ji bo derxistina qanûnan jî tevlîbûna HSDê ji arteşa Sûriyeyê weke şertekî diyar kir. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî di hevpeyvîna dawî ku da Aryen TV de diyar kir ku hevdîtinên wan bi hikumeta Şamê re berdewam dikin û di hevdîtinan de pêşketin heye. Endamê Konseya Hevserokiyê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim geşedanên li herêmê diqewimin û gefên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
‘Hikumeta Şamê hin şertên HSDê qebûl kir’
Salih Muslim tekildarî geşedanên li herêmê diyar kir ku di hevdîtinên bi hikumeta Şamê re hinek pêşketin hene û wiha axivî: “Di van demên dawî de di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hevdîtin çêdibin. Bersiva ji bo HSDê şandin. Şertên wan hema bêje hemû qebûl kiribûn. Li ser hin xalan nîqaş berdewam dikin. Jixwe birêz Mazlûm Ebdî jî dibêje ku dê heta serê salê hevdîtinan bidomînin da ku hevpeyamenekê bi hikûmeta demkî ya Şamê re çêkin. Hîn pêşketin hene. Em jî ji ber van pêşketinan kêfxweş in. Hêzên weke Amerîkayê jî dixwazin em û hikûmeta demkî ya Şamê li hev bikin. Tirkiye hinek ne razîbûn nîşan dide lê ew jî wisa xuyayê ku dê rawest e, zextên Amerîkayê jî li ser wan hene. Ji ber wê yekê, ew ê jî hinek tiştan qebûl bikin. HSD dê weke xwe tevlî arteşa Sûriyeyê bibe. Ji bo jinan û sînoran jî dê hevdîtin bêne kirin. Ew dê bibe pêşketinên baş. Hin şertên HSDê qebûl kirine. Li ser hin şertan jî nîqaş didomin. Tenê li ser hurgiliyan mane. Fermandarê wan dê kî be, dê çawa bibe yanî ew hurgilî mane. Di nameya herî dawî ku hikûmeta Şamê şandiyê de hinek tişt qebûl kirine. Lê ew ji aliyê lêşkerî ve ne. Rewşa Rêveberiya Xweser û pergala navendîbûnê neanînê ziman. Hevdîtin û diyalog jî li ser vê yekê têne kirin. Tişta ku em dixwazin; Madem hemû kes li ser mijarê lêşkerî disekinê divê garantor hebin. Garantor hebin ku xalên din jî pêk werin. Em jî dibêjin; Em li Sûriyeyê şîrikê her tiştî ne. Ew jî vê yekê qebûl nakin. Ji bo wê jî wisa texmîn dikim ku hevdîtinên me dê wisa berdewam bikin.”
‘Parastina me xeta me ya sor e’
Salih Muslim derbarê gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rêveberiya Xweser û HSDê jî axivî û got: “Hemû alî peymana 10ê Adarê li gorî xwe şîrove dikin. Hevpeymana 10ê Adarê li ser esasê hemû netew û baweriyên Sûriyê xwe di Sûriyeya nû de bibînin e. Ji aliyê leşkerî ve jî entegrasyona demokratîk esas digire. Lê hemû kes wê hevpeymanê li gor xwe şîrove dike. Beriya hevpeymanê jî Tirkiyeyê digot divê HSD xwe fesîh bike. Ew jî nayê qebûlkirin. Rêveberiya Xweser jî ev qebûl nekir. Parastina me xeta me ya sor e. Ji bo wê jî divê xeta me ya sor bimîne. Lê Tirkiye qebûl nake. Di ya xwe de israr dike. Tirkiye berî her tiştî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin bimîne. Ew jî nayê qebûlkirin. Ji bo wê jî zextan li hikumeta Şamê dike. Ew pirsgirêk jî wisa texmîn dikim ku hêzên navneteweyî jî pê re alaqadar bibin. Ya ku pirsigirêkê derdixîne Tirkiyeye û hikumeta demkî ya Şamê jî ji ber zextên Tirkiyeyê pirsgirêk derdixîne.”

‘Hêzên navneteweyî hebûna xweseriya demokratîk qebûl dikin’
Salih Muslim destnîşan kir ku hêzên navneteweyî jî li Sûriyeyê pergaleke ne navendî diparêzin û tekildarî gefên Tirkiyeyê jî wiha lê zêde kir: “Heta niha her tim Tirkiye zext li hikumeta demkî ya Şamê dikir. Di van demên dawî de hikumeta demkî ya Şamê jî dixwaze ji zextên Tirkiyeyê xilas bibe. Mijara Kurdistanê, Sûriyê û Rojava êdî bûye mijareke navneteweyî. Hêzên koalîsyon û yên navneteweyî ku li herême ne piştgiriya me dikin. Hemû kes jî dibêjin divê Sûriye ne navendî bibe. Hikûmeta Şamê ji ber zextên Tirkiyeyê nikarê bînê ziman. Lê wisa xuya dike ku her ku biçe bandora Tirkiyeyê li ser wan dê kêm bibe. Amerîka û hemû hêzên navneteweyî nenavendîbûn û hebûna HSDê qebûl kirine. Hebûna Xweseriya Demokratîk jî qebûl kirine. Hikûmeta Demkî ya Şamê dê neçar bimîne ku qebûl bike.”
‘Em ji şer re jî amade ne’
Salih Muslim bal kişand ser gef û êrişên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê jî 2 kes her tim gefan dixwin. Yek Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan e û yê din jî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler e. Gotinên van jî derbas nabe. Hinek din jî hene mijara rêveberiyê qebûl dikin. Hêzên navneteweyî jî piştgiriya me dikin. Em jî her tiştî re amade ne. Em ji şer re jî amade ne. Me amadekariyên xwe jî kirine. Heke bêjin em ê êriş bikin û destdirêjiyê bikin em dê li ber xwe bidin. Em aliyekî vê ji bo şerek amadekariyan dikin û li aliyê din jî diyalogê dikin. Em hewl didin bi rêya muzakereyê pirsgirêkan çareser bikin. Em dixwazin bi rêya muzakereyan çareseriyê pêk bînin.”
‘Bandora Tirkiyeyê nema ye’
Di dawiya axaftina xwe de Salih Muslim bi lêv kir ku di sekna Amerîkayê de tu guherîn tune ye û dixwazin têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re zêdetir bikin. Salih Muslim destnîşan kir ku bandora Tirkiyeyê li ser herêmê lawaz dibe û ev tişt gotin: “Di sekna Amerikayê de tu guherîn tune ye. Piştgiriya me dikin. Tirkiye dibêje Amerîka me fehm dike lê ne wisa ye. Amerîka û hêzên navneteweyî yên li herême hemû jî girîngiya Rêveberiya Xweser û HSDê dibinin. Her ku diçe bandora Tirkiyeyê li ser herêmê kêm dibe. Piştî bûyerên dawî jî Amerîka û hêzên din dixwazin bi HSDê re hevkariya xwe zêde bikin. Tirkiye naxwaze aramî û çareserî çêbibe. Lê êdî bandora Tirkiyeyê nema ye.”













