Şandeya DEM Partî û DBP’ê li bajarê Silêmaniyê serdana Eniya Gel kir û piştî hevdîtinê Berdevkê Eniya Gel diyar kir ku ew piştgiriya xwe ji armanca serdana şandeyê re nîşan didin û anîn ziman ku dê pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve.
Di çarçoveya serdanên rêxistin û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, Şandeya DEM Partî û DBPê piştî serdana xwe ya Tevgera Helwest, li bajarê Silêmaniye serdana Eniya Gel (Berey Gel) kir. Di nava şandeya DEM Partî û DBPê ku serdana Başûrê Kurdistanê kiriye de, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Amîra Îdarî ya Meclisa Tirkiyeyê Saliha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cih digirin. Herwiha Nûnerên Partiya DEMê yên li Silêmaniyê Mûslûm Kaplan û Fevziye Şîran jî li gel şandeyê ne.
Şande ji aliyê Berdevkê Eniya Gel Bextiyar Şaweys û endamên wê Dr. Soran Cemal Tahîr, Rêbwar Caf, Dr. Ehmed Fatîh û Lawên Azad ve hat pêşwazîkirin.
Piştî hevdîtinê Berdevkê Eniya Gel Bextiyar Şaweys têkildarî hevdîtina her du aliyan daxuyaniyek da çapemeniyê û tê de ev tişt got; “Me dîsa piştgiriya xwe ya serdana şandeyê nîşan da û me tekezî bi serxistina pêvajoya çareserî û aştiyê kir. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajoye gelek girînge û di nava 50 salên borî de tu derfeteke wiha nehatiye pêşiya Kurdan. Serkeftina pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê lêbelê ji bo tevayî Kurdistanê gelek girînge.”
Serdana Tevgera Helwest kir
Şandeya DEM Partî û DBPê di saetên berê de jî serdana ofîsa sereke ya Tevgera Helwest ya li bajarê Silêmaniyê kir. Şande ji aliyê endamên Desteya Rêveber ya Tevgera Helwest Dr. Rêbwar Kerîm û Dr. Xalib Mihemed ve hate pêşwazîkirin.